Jin li dijî êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li qadan bûn

Jinên ku li Efrîn, Herêma Firat, Herêma Cizîr, bajarê Heleb û deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê derketin qadan, dagirkerî protesto kirin.

Saziyên jinan ên li Efrîn, Herêma Firat û Cizîr û Helebê daketin qadan êrîşên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.

KOBANÊ

Meclîsa Jinan a girêdayê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê li pêşiya avahiya meclîsê daxuyanî da.

Hevseroka Akademiya Şehîd Emgîhan a girêdayî Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ronahî Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: "Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin, dixwaze bi van êrîşan îflasa xwe ya siyasî û aborî veşêre."

Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker di van êrîşan de çekên NATO'yê  bi kar tînin û wiha hate gotin: "Dewleta Tirk li pêşiya çavê cîhanê çekên qedexekirî û yên kîmyewî bi kar tîne. Armanca Erdogan ji vê yekê gelê Kurd û hêzên gerîla tune bike."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk li gel tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye, li Bakurê Kurdistanê siyasetmedarên Kurd dike ehdef û li ku derê be hebûna gelê Kurd dike armanc. Her wiha hate gotin: "Êrîşên li ser hêzên gerîla, tecrîda li ser Rêbertî, êrîşên Dîfaa El-Wetenî yên li Qamişloyê îsbat dike ku komplo hîna berdewam e."

Meclîsa Jinan a Saziya Malbatên Şehîdan teqezî bi domandina berxwedanê kir û bang li gelê Kurd li her deverê bi taybet gelê Bakurê Kurdistanê kir ku têkoşînê xurt bikin da ku layiqî berxwedana gerîla bin.

ŞEHBA

Li Şehba û Helebê, ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve daxuyaniyeke hevbeş hate dayîn.

Daxuyaniya li ber navenda ciwanan a kampa Serdemê ya navçeya Til Sosîn ji aliyê endama yekîtiyê Dunya Bekir ve hate xwendin. Daxuyaniya li pêşiya avahiya ciwanan a li beşê rojavayê taxa Şêx Meqsûdê ji aliyê endama rêveber a yekîtiyê Emîna Ebdo ve hate xwendin.

Di daxuyaniya hevbeş de hate gotin ku tevahî aloziyên li Rojhilata Navîn ji aliyê dewleta kapîtalîst ve têne kirin û dewleta Tirk dimeşîne, ku hewl dide dewleta Osmanî zindî bike. Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk bi dîroka xwe ya sûcdar û dagirkirî tê naskirin.

Jinên ciwan di daxuyaniya xwe de, destnîşan kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo veşartina binkeftina li Garê tên kirin, her wiha hate gotin, ji ber ku projeya wê ya dagirkirinê bi ser neket, hewl dide vê projeyê li herêmên din temam bike, lê wê armancên wê bi ser nekevin.

TIL HEMÎS

Girêdayê heman mijarê, Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê daxuyaniyek li pêşiya navenda xwe ya li navçeya Til Hemîsê da. Endama Kongreya Star Rîm El-Mişel daxuyanî xwend, êrişên li ser Zap, Avaşîn û Metîna û êrîşên li ser navçeya Til Temirê şermezar kirin.

Her wiha bêdengiya civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî yên li hemberî van sûcan şermezar kirin û got: "Bûyerên ku herêmên me têre derbas dibin komployeke navneteweyî ye, armanc ji vê komployê têkbirina ewlehiya herêmê û destkeftiyên şoreşa Rojava ya ku modela biratiya gelan e."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Ji vir em teqez dikin ku em piştgiriya gelê xwe û şervanên xwe yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê heta têkbirina dagirkeriyê didin."

Piştî xwendina daxuyaniyan diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.