Jinan li dijî çanda dejenerbûnê konê nobedariyê vedan
Jinan li dijî çanda dejenerbûnê konê nobedariyê vedan
Jinan li dijî çanda dejenerbûnê konê nobedariyê vedan
Endamên Meclîsa Jinên Bajêr a Êlihê li hember karên fuhuş, asîmîlasyon, destavêtin, tecawiz û bûyera E.A. ya ku li Çewlikê ji aliyê 8 leşkeran ve hatibû tecawizkirin, çalekiya konê nobedariyê ya 3 rojan li darxist.
Endamên Meclîsa Jinên Bajêr a Êlihê li hember karên fuhuş, asîmîlasyon, destavêtin, tecawiz û bûyera E.A. ya ku li Çewlikê ji aliyê 8 leşkeran ve hatibû tecawizkirin, çalekiya konê nobedariyê ya 3 rojan li darxistin. Çalekiya konê nobedariyê li Hewşa Çayê ya Şaredariyê Êlihê di seetên şevê de dan destpêkirin. Dê her roj ji aliyê komên jinan ve nobedariyê konê bê girtin.
Cihê kon lê hate avakirin pankartên “Parastina tecawizkaran hevkariya tecawizan e”, “Qirkirina jinê qirkirina civakê ye, ji qirkirina jinê re na”, “Dest nede ziman, beden, ked, çand û erdnîgariya min” hatin daliqandin. Di çalekiyê de Hevseroka BDP’a Êlihê Rahşan Çarboga, Endamên Meclîsa Jinên Bajêr a Êlihê, rêveberên jin ên BDP’yî, çalekgerên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, xebatkarên Navenda Çanda Bihar û gelek jin amade bûn. Beriya destpêkirina çalekiyê Hevseroka BDP’ê ya Êlihê Rahşan Çarboga axivî. Çarboga derbirî ku, wan ji bo 3 rojan ev çalekiye daye destpêkirin û diyar kir ku, her roja ku diçe jinên Kurd û jinên ciwan rastî tecawiz û destavêtina dewletê tên û dibin mexdûrê vê yekê.
‘DEWLET JI JINAN Û CIWANAN DITIRSE WAN TEŞWÎQÎ RIYEK DIN DIKE’
Çarboga anî ziman ku, ji aliyê dewletê ve bi zanebûn li ser jinên Kurd û ciwanên gelê Kurd polîtîkayên pişaftin, narkotîk û sîxuriyê tên ferzkirin û rê li ber jiyanek pişaftinê vedike û wiha got: “Dewlet êdî hew qas ji vî gelî û ciwanê vî gelî ditirse û wan teşwîqî riyek din dike. Me jinan di vê pêvajoya girîng de gotiyê em dê bibin pêşengên vê qonaxê. Serkeftina vê pêvajoyê di destê jinên Kurd de ye. Me beriya du rojan du cenazeyên şehîdên jin defin kir. Wan ji bo rûmeta gelekî û ji bo nirxê jiyanek paqij a gelekî jiyan xwe ji dest da.”
Çarboga diyar kir ku, gêrîlayên HPG’ê qadên xwe vala kirine û dewrî jinan kirine û anî ziman ku, jinên Kurd xwedî li vê pêvajoyê dernekivin dê tu carî dewleta Tirk mafê jinan neden wan. Çarboga wiha axivî: “Lazim e hemû jin bi rihê serhildanê tevlî çalekiya konê me bibin. Bila hemû jinên Êlihê dev ji karên xwe malê û yên din berdin û bila werin tevlî nobderaiya me ya 3 rojan bibin. Pêwîste ev kon vala neyê hiştin. Lazim e jinên Êlihê mînaka serhildana demoratîk bidin nîşandan. Em dê çareseriyê ji dewleta Tirk ne xwazin em dê çareseriyê bi destê xwe bînin û xwe bi rêxistin bikin. Hêviya Serokatiya mezin gele. Divê gel û jin jî destê wî bigirin û hêz bidinê. Ger ku em azadiya Serokatiya xwe dixwazin pêwîste em ji bo azadiya wî bêtir bixebitin. Ger ku Serokatî azad nebe ev gel jî azad nîne.”
Piştî axaftina Çaroboga, jinan sloganên “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” qîrkirin û ketin hundirê konê. Jinên ku nobedariyê dan destpêkirin li gel strîna stranên Kurdî dest bi nobedariya xwe kirin.