Jinan li Den Haagê edalet xwestin

Jinan li Den Haagê edalet xwestin

Jinên ku li bajarê Den Haagê hatin cem hev, ronînekirina komkujiya Parîsê ya tê de 3 siyasetmedarên jin ên Kurd hatin kuştin, protesto kirin.

Di çalakiya bi navê "em edaletê dixwazin" a li ber Konsolosa Fransayê pêk hat de, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin û hat xwestin ku komkujî bê ronîkirin. Çalakvanan, der barê jiyan û komkujiya li Parîsê de belavok belavkirin. Jinan her wiha wêneyên  jin û zarokên li Rojava hatin kuştin jî, hilgirtin.

Di çalakiyê de ji bo çalakiya roja Şemiyê ya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Den Haagê liq ada Malîvîeldê tê lidarxistin, agahî hat dayîn û banga beşdariyê hat kirin.