Jinan li Den Haagê çalakî kirin

Jinên Kurd ên li bajarê Den Haag a Hollandayê li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) çalakiyek kirin, bal kişandin ku Tirkiye li Kurdistanê di êrîşan de kîmyesalê bikar tîne.

Bi armanca ku dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê çekên kîmyewî bikar tîne li bajarê Den Haagê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) çalakiyek hate kirin.

Çalakiya ku jinên ji Elmanya û Belçîkayê jî hatibûn tevlîbûn, têkildarî bikaranîna Tirkiye ya çekên kîmyewî ya li ser Kurdan dosyayek pêşkêşî OPCW’ê kirin.

Di belavoka hate xwendin de hate gotin ku Tirkiye li çar parçeyên Kurdistanê li dijî Kurdan çekên kîmyewî bi domdarî bikar tîne.

Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk li dijî PKK’ê di şer de çekên kîmyewî bikar tîne û yek ji berpirsên vê jî NATO ye û got: “Tirkiye li gorî standartên navneteweyî tev nagere.”

Di axaftinên hate kirin de hate diyarkirin ku OPCW xwedî erke ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolînê bike, bêdengiya li hemberî vê jî tê wateya hevkariyê.

Çalakî bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.