Jinan ji bo Sîncar nobet girtin

Jinan ji bo Sîncar nobet girtin

Jinan li ber mizgefta cenazeyê endama Meclîsa Jinê ya BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê û aktîvîsta DOKH'ê Nazliye Sîncar a li ser rêya mîtînga 1'ê Îlonê ji aliyê hevserê xwe yê berê ve hat kuştin lê bû, nobet girtin.

Nûner û aktîvîstên DOKH'ê û Meclisa Jinê yên Stenbolê li ser cenazeyê Endama Meclisa BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Nazliye Sincar ku duh ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin li mizgefta Kanaryayê nobet girtin. Nazliye Sîncar ku duh di Roja aştiya Cîhanê de ji aliyê hevserê xwe yê berê Şeyhzeydan Harman ve hat qetilkirin îro dê li Goristana Kanarya ya Kuçukçekmeceye bi girseyî bê definkirin. Cenazeyê Sîncar, duh piştî otopsiya saziya edlî teslîmî malbatê hatibû kirin. Malbatê û endamên meclisa jinê ya BDP'ê cenazeyê Sîncar anîn Mizgefta Fevzî Çakmak a li taxa Kanarya ya Kuçukçekmeceyê.

Bi hezaran jinan li ber mizgeftê nobet girtin û dê îro cenaze bi girseyî li taxa Kanarya defin bikin. Aktîvîstên DOKH û BDP'ê ji bo Sîncar saet di 12.00'an de li Goristana Kanarya bispêrin axê banga tevlêbûna cenaze kir.