Jinan gotin: Em hemû Gultan Kişanak in

Meclîsên Jinan ên HDP’ê, endamên KJA, bi daxwaza berdana Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak herikîn Qada Galatasarayê.

Di çalakiyê de ku jinan bi yek dengî gotin “dest îradeya min nede”, Berdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît destnîşan kir ku yên li ber sepanînên Esat Oktay çok neşikandine wê çokên xwe li ber kiryarên faşîst ên AKP/Qesrê jî neşkîne, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî got, “Bila ti kes ji bîr neke, em hemû Gultan Kişanak in.”

Ji bo protestokirina binçavkirina Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, jin herîkîn Qada Galatasarayê û bi yek dengî gotin, “Gultan Kişanak îradeya min e, dest îradeya min nede.” Di çalakiya girseyî de ku di dorpêça polîsan de pêk hat, li gel Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Wekîlên HDP’ê Pervîn Bûldan û Huda Kaya, Berdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît, gelek nûnerên saziyên jinan amade bûn.

‘WEK JIN ME LI DIJÎ ZILMÊ LI BER XWE DA Û EM Ê BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN!’

Di çalakiyê de destpêkê berdevka KJA axivî, bi bîr xist ku wek jin bi salan e li dijî vê zilmê li ber xwe dane û got; “Wek jin beriya AKP’ê û Qesrê jî bi zilmê re hevrû bûne, lê me ti carî serî netewand û me li ber xwe da. Em ê ji niha û şûn de jî li dijî wê zihniyeta ku jinê tine dihesibîne têkoşînê hê mezintir bikin. Gulten Kişanak îradeya me ye û wê ti kes nikaribe dest îradeya me bide.”

‘YA LI BER ESAT OKTAY ÇOK NEŞKAND WÊ LI BER QESRÊ JÎ ÇOKAN NEŞKÎNE’

Piştî Şafak Anli, Berdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî axivî, xwest ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakû Berdevka Demê ya KJA Ayla Akat der hal bên berdan û got; “Yên li ber sepanînên Esat Oktay çok neşikandine wê çokên xwe li ber kiryarên faşîst ên AKP/Qesrê jî neşkîne.”

‘ME GELEK DARBE BI BERXWEDANA XWE BIHURANDIN!’

Piştî Gulîstan Koçyîgît, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag axivî, tevahî jinên ku li dijî destpotîzmê, dîktatortiyê li ber xwe didin silav kir û wiha dom kir; “Em li kû derê bibin bila bibin, wê her tim sekna me yek be. Cihê me wê cihê rûmet û azadiyê be. Ti carî nikarîbûn vê seknê xira bikin, bawer bikin wê ji niha û şûn de jî nikaribin.”

Yuksekdag destnîşan kir ku bi binçavkirina Gultan Kişanak hewl tê dayîn ku îradeya tevahî jinên berxwedêr bêne teslîmgirtin, der bir ku binçavkirina Kişanak û Anli darbeyek li dijî îradeya gel e. Yuksekdag bi bîr xist ku li vî welatî jinên ku serî li ber darbeyan netewandine hene û wiha dewam kir; “Me gelek darbe bi berxwedana xwe bihurandin. Ji darbeya 80 û vir ve me li dijî faşîzmê qadên xwe yên azadiyê parastin, em ê biparêzin. Divê ti kes vê ji bîr neke, em hemû Gultan Kişanak in.”

‘KIŞANAK LI VIR E, GOTIN, CESARETA WÊ LI VIR E!’

Yuksekdag bi bîr xist ku Kişanak ew roja ku ji komîsyona darbeyê re axivî hat binçavkirin û wiha pê de çû; “Sedema wê eşkere ye. Ji ber Kişanak li wê komîsyonê bû deng û cesareta jinan. Cesareta jinan li xwe kir û li wê komîsyonê rastî gotin: ‘Darbekar hûn in.’” Yuksekdag got “Kişanak li vir e, gotin , cesareta wê li vir e” û wiha axivî; “Têkoşîna Kişanak ji hêla bi hezaran jinan ve tê domandin.”

Yuksekdag bi bîr xist ku li Kurdistanê înternet hatiye qutkirin û wiha pê de çû: “Li nîvê welêt darbeyek ewqasî eşkere pêk tînin. Hewl didin dengê me kêm bikin. Herî zêde dikarin çend rojan asteng bikin ku em negihêjin wêneyên berxwedana Amedê. Lê, berxwedan ewqasî xurt e ku nikarin bibin asteng. Ma dikarin bibin asteng ku em berxwedana jinê ya li Amedê nebînin? Em li çar aliyan îradeya jinê, alên wê yên xemrî bikin sembola xwe ya berxwedanê. Ez di şexsê gelê Kurd de tevahî jinên berxwedêr bi minet û rêzdarî silav dikim.”

Piştî axaftinan Mûazzez Tora daxuyaniya çapemeniyê xwend, destnîşan kir ku heta di şexsê Gultan Kişanak de tevahî hevşaredar neyên berdan, qeyûm û Rewşa Awarte neyên rakirin wê wek jin qadan neterikînin û gavê bi şûn de navêjin.

Jinan guh nedan anonsên polîsan ên destwerdanê, bi fîtik û tilîliyan nîşanî polîsan dan ku wê nikaribin îradeya gel teslîm bigirin.

...