Jinan gora kujer qebûl nekirin
Jinan gora kujer qebûl nekirin
Jinan gora kujer qebûl nekirin
Li Amedê, cenazeyê Şeyhmus Yildiz ê li navendeke tenduristiyê hemşîre Ozlem Gorukmez û xebatkara noterê Ozlem Akdag qetil kir û dûre xwe kuşt, li ser nerazîbûna malbata Akdag ji goristana Yenîkoyê ku lê gora Ozlem Akdag jî heye, hat derxistin û li navçeya Erxeniyê hat veşartin.
Şeymus Yilidiz ê li navçeya Baglarê li Navenda Tenduristiyê ya bi hejmara 10'an weke xebatkarê paqijiyê dixebitî, di 21'ê Tebaxê de hemşîreya heman navendê Ozlem Gorukmez û xebatkara noterê Ozlem Akdag i demanceyê qetil kiribû, piştre hewl dabû xwe bikuje û li dû tedawiyê ew xistibûn girtîgehê.
Cenazeyê Ozlem Gorukmez li navçeya Egîlê û yê Ozlem Akdag jî li goristana Yenîkoy a navçeya Baglarê hatibû veşartin.
Yildiz ê li girtîgehê di 7'ê Îlonê de rewşa wî giran bû, di rêya nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Yildiz li heman goristanê li cihekî nêzî gora Ozlem Akdag hat veşartin. Malbata Akdag li hemberî vê rewşê nerazîbûn nîşan da û ji bo cenaze li devereke din bê veşartin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da.
Serdozgeriyê daxwaza malbatê li ber çavan girt û biryar da cenaze li devereke din bê veşartin. Li ser vê yekê wezîfedarên şaredariyê duh gora Şeyhmus Yildiz a li goristana Yenîkoyê vekirin û cenaze radestî malbata wî kirin. Cenaze li navçeya Erxeniyê hat veşartin.