Jinan desthilatdarî hişyar kirin: Ev zagon wisa derbas nabin

Jin li dijî zagonên AKP’ê yên ku dijminatiya jinan dike daketin kolanan.

Jinên Stenbolê jî li pêş Operaya Sureyya ya Kadikoyê kom bûn û heta Qada Kalkedonê meşiyan. Gelek nûnerên saziyên jinan û Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît amade bûn.

Jinan li vir jî pankarta "Ji bo jiyanek wekhev û azad zagon wisa derbas nabin" vekirin û dowîzên ku daxwazên xwe tînin ziman bilind kirin. Jinan bê navber sloganên "Bijî piştevaniya jinan", "Ji tundiya mêr re na" û "Mahra fermî ne karê muftu ye" berz kirin. Welatiyên derdorê jî bi çepikan piştgirî dan daxuyaniyê.

Jinan ligel baranê çalakiya xwe berdewam kirin û heta Qada Khalkedonê meşiyan. Li ser navê jinan Ferîde Eralp û Ruya Kûrtûlûş daxuyanî dan û banga têkoşîna hevpar kirin.