Jinan dest ji qadan bernedan

Jinên ku bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daketin qadan, bi îtiraz, raperîn û hêrsa xwe, maf û daxwazên xwe careke din anîn ziman.

Jinên ku li qada Sakarya ya Enqereyê doh li hev civiyan, careke din li ber polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî jinê rabûn. Hin ji beşdarên çalakiyê ji ANF'ê re axivîn.

Seroka Giştî ya Partiya Şoreşê Elîf Torûn Oneren destpêkê berxwedana li zindanan, li qadan silav kir û got, "Desthilatdariya AKP'ê 19 sal in zîhniyeta nêrza û dijminatiya li jinê dewam dike. Berxwedan û raperîna jinê ya li dijî vê yekê bûye tirsa dilê desthilatdariyê. Bi taybetî wateyeke dîrokî ya vê 8'ê Adarê heye; bi şewba global re ku meha Adarê dest pê kir tundiya mêr ji sedî 70 zêde bû. Kapîtalîzma Patrîarkal di vê demê de bi aqlê xwe yê polîtîk tundiya li dijî jinê bi her awayî zêde kiriye. Em vê tundiyê bi derxistina ji kar, kuştina jinê, parastina kujerên jinê, tayînikrina qeyûman dibînin. Lewma em dixwazin Peymana Stenbolê bi temamî bi cih bê anîn. Heta ku em mafên xwe yên hatine desteserkirin bi dest bixin, em ê li pey we bin. Bila vê ji bîr nekin."

'DI DEMA ŞEWBÊ DE JÎ EM NESEKINÎN'

Ezgî Eylem Dagdevîren a ji 'Rizgariya Jinê' jî anî ziman ku desthilatdariyê salên dawî gelekî êrişî destketiyên jinan dike û got, "Sedema vê yekê jî ew e ku têkoşîna femînîst û tevgera jinê salên dawî gelekî bi pêş ve çûne. Li kolanan, li qadan jin hene. Di dema şewbê de jî li dijî kuştina jinê jin daketin qadan, grev kirin, ji bo mafê kurtajê têkoşiyan."

'EM Ê TIRSA WAN MEZINTIR BIKIN'

Endama Jin a Demokrat a Nû Dîlan Mollahmetoglû diyar ki rku bi şewbê re tundiya li dijî jinan û LGBTÎ+'iyan roj bi roj zêde dibe û wiha dewam kir, "Li dijî van êrişan em timî li kolanan, li qadan bûn."

Dîlan Mollahmetoglû diyar kir ku wê tirsa wna mezin bikin û jineke bi tenê jî bi tenê nehêlin.

'BERXWEDANA JINÊ TI CARÎ KOLAN NETERIKAND'

Ji rêveberên 'Kampanya ji niha û pê ve bi jinan re ye' Yagmûr Alaz Gulveren jî ragihand ku mîna di her krîza civakî de di dema şewbê de jî bandora herî giran li jinan û wiha dewam kir, "Ev tundî nîşan dide ku desthilatdarî çiqasî ditirse. Komkujiyên jinan vê demê gelekî zêde bû û hewl dan binixumînin. Derneketina derve ya mirovan weke firsendekê dîtin û hewl dan bikin ku dest ji Peymana Stenbolê bê berdan û avakirina zanîngehên jinan ji nû ve xistin rojevê. Berxwedana jinê ti carî kolan neterikand. Di dema şewbê de jî jin daketin qadan û li ber xwe dan. Em li qadên 8'ê Adarê dibînin; jin bi hêvî berxwedana xwe dewam dikin. Em êdî tehemûl nakin ku keseke bi tenê jî winda bikin."