Jinan darbesta Sîncar li ser milan oxir kirin
Jinan darbesta Sîncar li ser milan oxir kirin
Jinan darbesta Sîncar li ser milan oxir kirin
Bi hezaran aktîvistên DOKH'ê, darbesta endama Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê û aktivîsta DOKH'ê Nazliye Sincar ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de ji aliyê hevserê xwe yê berê ve hat kuştin, li ser milên xwe heta goristanê birin û spartin axê.
Bi hezaran aktîvistên DOKH'ê, cenazeyê Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê û aktivîsta DOKH'ê Nazliye Sincar ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de ji aliyê hevserê xwe yê berê ve hat kuştin, li ser milan birin goristanê û spartin axê.
Cenazeyê Sîncar, duh piştî otopsiya saziya edlî teslîmî malbatê hatibû kirin. Malbatê û endamên Meclîsa Jinan a BDP'ê li taxa Kanarya ya Kuçukçekmeceyê, cenaze anîn Mizgefta Fevzi Çakmakê. Bi hezaran jinan li ber mizgeftê nobet girtin û îro cenaze bi girseyî li taxa Kanarya defin bikin. Aktîvîstên DOKH, BDP'ê, SKM, EMEP, HDK, piştî cenaze birin malbata Sincar a li taxa Kanarya pankarta "Em guleya berdane aştî û jinê lanet dikin" vekir û bê navber siloganên "Jin jiyan azadî", "Zilam dikuje, dewlet diparêze" û "Destê dirêjî jinê dibin bila bişkê" berz kirin.
Cenaze li Goristana Kanarya bi xwendina duayên kurdî spartin axê.
TÛNCEL: HEVALA ME SÎNCAR DÊ JI ŞER DE BIGOTA NA
Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, li ser gora Sîncar axivî û weha got: "Hevala me Sîncar her tim ji bo aştî û azadiyê têkoşiya. Herî dawî ji bo aştiyê û li dijî şer ket rê. Dê ji şer re bigota na. Lê ji ber ku pêşengî ji tevgera azadiya jinê û vîna jinê re kir, ji aliyê feraseta serdest a zilam ve hat kuştin.
Piştî axaftinê merasima cenaze bi dawî bû.