jinan danezana hilbijartinê eşkere kir: Em ji sedî pir in!

Jinan ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê bi navê ‘Em ji sedî pir in’ kampanya dan destpêkirin.

Rojnameger, nivîskar û aktivîstên jin, bi boneya hilbijartina 24’ê Hezîranê dîmenek amade kirin. Di dîmenê de gotin, nerazîbûn û daxwazên jinan cih digirin. Di heman demê de bi navê ,“Em ji sedî pir in” kampanyayek dane destpêkirin.

DANEZAN WIHA YE

Di danezana derbarê kampanyayê de ev peyam hatin dayîn:

“Em dibêjin ku ji bo em vê cîhanê bikin cîhana xwe, bi aqilê xwe bifikirin, bi çavên xwe bibînin, bi guhên xwe bibîhîsin, bi zimanê xwe biaxivin, bi dest û milên xwe bikin, bi lingên xwe bimeşin, bi pîyên xwe bibezin, ji bo xeyal bikin, ji bo cîhaneke hekhev û azad ava bikin, jiyan, dem, war, mirov, sewal, daristan, erd û asîmanên ku em her roj weke tevnê dihonin, careke din milên xwe radin bikevin tevgerê. Niha dem dema wê ye

Ev bangawazî ji bo hemû jinan e...

Ji jinên ku vebijarka wan di tu ‘Hilbijartinan’ de hilnayê re.

Lewma em dizanin ku em pir in.  Em ne hindik in, qet bi tenê nîn in!

Di vê dema ku ji hilbijartinê re hindik maye de, em weke jinên ku dibêjin ‘Em ji sedî pir in’ me got bila xwêdana me jî di vê kedê de hebe û wisa derketin rê.  Mebesta me ew e ku em gotin, nerazîbûn û daxwazên jinan raxin ber çavan.

Baş e jinên dibêjin ‘Em ji sedî pir in’ kî ne? Hem her kes in, hem ne tu kes in.

Mebesta me ew e ku em xebatên xwe yê di tevna civakî de we agahdar bikin û gotina ‘Em ji sedî pir in’ li her jinekê belav bikin.

Beriya em hilberînên xwe parve bikin me xwest agahdariyeke biçûk bikin.

Bila riya me vekirî be.”