Jinan cenazeyê Uçkaç sipart axê

Jinan cenazeyê Uçkaç sipart axê

Cenazeyê Emîne Uçkaç a li Cizîrê ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin, ji aliyê bi sedan jinan ve hat veşartin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Emîne Uçkaç a 21 salî ya ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin, piştî rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji bo otopsiyê cenaze birin Saziya Tiba Edlî ya Amedê. Aktîvîstên DOKH’ê cenaze ji morga nexweşxaneyê wergirtin û anîn Silopiyayê. Cenazeyê Uçkoç piştî wecîbeyên olî yên li Mizgefta Ofîs bi sedan jinan cenazeyê Uçkaç li ser milan birin goristana li Taxa Ofîs.

Di dema veşartina cenaze de jinan dirûşmayên “Destên dirêjî jinan bibin wê bên şikandin” û “jin jiyan azadî” qîr kirin. Piştî duayan, girse ji goristanê veqetiya.