Jina ji ber guleyên keyfxweşiya YNK’ê birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da

Jina ji ber guleyên keyfxweşiya YNK’ê birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da

Li Germiyanê Jina ku di êvara 23’ê Îlonê de bi guleyên endamên YNK’ê yên ji bo keyfxweşiya serkeftina hilbijartinan avêtin bi giranî birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da.

 Li gorî agahiyên bi dest ketine, jina bi navê M.K ya 43 saliya ku dayîka zarokê ya li Germiyan bi guleyên endamên Yeketiya Nîiştîmaniya Kurdistanên(YNK) yên di dema şahiya serkeftina hilbijartinên Herêma Başûrê Kurdistanê de di êvara 23’ê Îlonê de avêtîn bi giranî birîdar bûyî îro jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihadin ku heya niha di derbarê bûyerê de qet lêkolînek nehatiye kirin û tu kes ji aliyê polîsên Germiyan ve ne hatiye girtin.

Li milê din Lijneya Hêzên Ewlehiyê ya Silêmaniyê ragihand ku şeva bûrî ji ber teqandinan 7 kes girtîne.

Hêjayî gotinêye piştî hilbijartinan 8 hemwelatî li Kelar, Raperîn û Silêmaniyê ji ber guleyên keyfxweşiyê birîndar bûne.