Jina hat kuştin 3 caran doza parastinê kiribû!
Jina hat kuştin 3 caran doza parastinê kiribû!
Jina hat kuştin 3 caran doza parastinê kiribû!
Nîlufer Turkoglû (36) ya li ber Qeymeqamiya Peyasê ji aliyê hevserê xwe yê berê ve hat kuştin, derket holê ku ji ber gefên hevserê wê yê berê 3 caran daxwaza parastinê kiriye.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Nîlufer Turkoglû (36) ya li ber Qeymeqamiya Peyasê îro ji aliyê hevserê xwe yê berê Mûrat Turkoglû ve hat kuştin, 3 caran doz li dewletê kiriye ku wê biparêze.
Hat hînbûn, Nîlufer Turkoglû ji ber dijwarî û gefên Mûrat Turkoglû 3 caran daxwazname pêşkêş kir û tevî vê yekê jî, ji bo parastina jinê tedbîr nehatin stendin.