Jin wê di Mihrîcana Sakîne Cansiz de bicivin

Îsal 9’emîn Festîvala Jinan a ji bo yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd û PKK’ê Sakîne Cansiz di 26’ê Hezîranê de li Zurihê tê lidarxistin.

Mihrîcana Jinan her sal li Swîsreyê ji bo bîranîna yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd û PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnerên KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetîlkirin, tê lidarxistin.

Daxuyaniya di derbarê festîvalê de wiha ye:

“Sakîne Cansiz ku bi têkoşîna xwe ya di nava refên Têkoşîna Jinên Kurd de navê xwe di têkoşîna jinên cîhanê de nivîsandiye. Her wiha ji aliyê her jineke ku di nava têkoşîna PAJK û PKK’ê de cih digirin, weke îdoleke tê dîtin. Weke tevgereke ku îdeolojiya azadiyê jinê dipejirînin pêşîtiya me ew e ku em têkoşîn û fikrên jinên şoreşger ên mîna Sakîne Cansiz bigihînin jinên cîhanê. Ji ber vê yekê mîhrîcanên jinan xwedî giringiyeke ye.

Em li her kesên ku piştgiriyê didin têkoşîn û azadiya jinê  bi dirûşmeya ‘Li ber xwe bide! Xwe rêxistin bike! Azad bijî!’ vedixwînin 9’emîn Mihrîcana Jinan a Sakîne Cansiz. Mîhrîcan 26’ê Hezîrana li Militarstrasse 36, 8004 Zurîh bê lidarxistin.

Di festîvala Sakîne Cansiz de hunermend JinMa, Xecê, Berfîn Mamedova, Gulan, Berfîn Demîr, konê dengbêjan, govendên Ermenan û koma govenda jinên Kurd wê derkevin ser dikê.

Li qada mîhrîcanê atolyeyên perwerdeyê bên danîn û di standên jinêlojiyê de semînera li ser “Jin û Şer” bên dayîn. Di heman demê de ji bo zarokan atolyeyên lîstikê hatine plankirin.

Saziyên ku di komîteya mîhrîcanê de cîh digrin wiha ye:

"YJK-S, TekoJin, Kongra Star, Rosara, Women Defend Rojava, Medico İnternational, Kasama, ADKH, Fist, SKB, PDA, Yeni Kadın, SYKP, Kampus Cadıları, Feda, Frauenstrtreik, Kollektive Zurich, Solifonds, Frauenbundnis, WILPF, BFS, Bruckenschlag, Zurich-Amed Kardeşlik Köprusu, Basta, SP, AL, Revolutionares Quaeer Feministisches Bundnis Basel, Grune."