Jin nerazî û bi hêvî ne: Wê nikaribin dengê me bibirin!
Jin li ber girtina JINHA'yê rabûn û gotin zext, darbe, sansur nikarin dengê jinan bibirin.
Jin li ber girtina JINHA'yê rabûn û gotin zext, darbe, sansur nikarin dengê jinan bibirin.
Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû, Akademîsyen Yasemîn Ozgun, endma Egîtîm-Senê Hulya Akpinar, endama Weqfa 78'an de Şengul Yuksel, endamên Hewldana Jinê ji bo Aştiyê Nîmet Tanrikûlû, Ferîde Eralp, li ser girtina JINHA'yê ji ANF'ê re axivîn.
KERESTECÎOGLÛ: JIN WÊ BI HEV RE TEVBIGERIN Û BI SER BIKEVIN
Parlamentera HDP'ê Kerestecîoglû da xuyakirin, ku JINHA yekane ajansa dengê jinan e li cîhanê û diyar kir, sîstema bi serdestiya mêr ji hêza jinê ditirse. Kerestecîoglû destnîşan kir, ku ji girtina JINHA heta desteserkirina şaredariyên DBP'yî yên bi sîstema hevserokatiyê tên birêvbirin, ev tirs xwe nîşan dide. Kerestecîoglû got, jin wê li pêşberî vê faşîzmê bêdeng nemînin, bi hev re tevbigerin û bi ser bikevin.
TANRIKÛLÛ: DIVÊ EM ÇALAKIYÊN BÊÎTEATIYA SIVÎL LIDAR BIXIN
Endama Hewldana Jinê ji bo Aştiyê Nîmet Tanrikûlû da zanîn, girtina JINHA'yê binpêkirina mafê jinan ê agahîgirtinê ye û ragihand, hikûmet dixwaze jinan li malê bike hepsî. Tanrikûlû anî ziman, ku hikûmet dixwaze hemû destketiyên jinan desteser bike û got, "JINHA hem çavkaniya me ya nûçeyan hem jî ya azadiyê bû. Bi girtina JINHA'yê re ev çavkanî ji destê me girtin. Lazim e jin li dijî vê bêhiqûqiyê xwedî li mafê xwe yê agahîgirtinê derkevin. Li dijî van zextan divê em çalakiyên bêîteatiya sivîl lidar bixin û li ber xwe bidin."
OZGUN: TI DESTHILATDARIYÊ NEKARÎ DENGÊ JINÊ BIBIRE
Akademîsyen Ozgun jî destnîşan kir, ku girtina saziya weşanê ya dengê jinan tê wateya şîdeta li dijî jinê û diyar kir, jin wê bi ti awayî li pêşberî vê yekê bêdeng nemînin. Ozgun bibîr xist, ku heta roja îro ji ti desthilatdariyê nehatiye dengê jinê bibire û got, "Jin wê bêdeng nemînin."
ERALP: HER YEK JI ME WÊ BIBE JINHA!
Hewldana Jinê ji bo Aştiyê Eralp da xuyakirin, ku hikûmet nikare xwe li dengê jinê jî rabigire û bi girtina Kişanak, Ata û girtina saziya JINHA'yê re AKP dixwaze ji her alî ve qada jiyanê ji jinê re nehêle. Eralp destnîşan kir, ku jin wê destûra vê nedin û got, "Her yek ji me wê bibe JINHA û em ê dengê xwe li her derê bilind bikin."
YUKSEL: WÊNEYÊ TÊKÇÛNA AKP'Ê
Endama Weqfa 78'an Şengul Yuksel anî ziman, girtina JINHA'yê nîşaneyeke tirsa desthilatdariyê ya ji jinê ye û got, "Jin bi mejî û hêza xwe bûye tirsa dilê desthilatdariyên mêr." Yuksel da zanîn, ku tirsa AKP'ê ya ji jinê li gorî desthilatdariyê din qat bi qat zêdetir e û got, "Jinan ti carî li ber wan serî netewand, wê ji niha û pê ve jî netwînin." Yuksel diyar kir, ev asta bilind a zext û zordariyê, wêneyê têkçûna AKP'ê ye.
AKPINAR: EM Ê BERSIVÊ BIDIN
Endama Egîtîm-Senê Akpinar jî ragihand, jin wê bi avakirina torên xwe yên ragihandinê bersivê bidin girtina JINHA. Akpinar destnîşan kir, ku dewlet aliyekî şîdeta li dijî jinê ye û diyar kir, ew ê li pêşberî vê şîdetê, zext û sansurê bêdeng nemînin.