'Jin mizgîniya biharê didin'

Hejmara Adarê ya rojnameya Newaya Jin derket ku ji sala 2005'an û vir ve li Ewropayê bi mehane tê weşandin.

Hejmara 168'an giraniyê dide ser mijarên; greva birçîbûnê, hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê û Şoreşa Rojava.

Rojnamevan-nivîskar Fusûn Erdogan li ser grevên birçîbûnê yên ji demên berê heta niha, nûçe-dosyayek amade kiriye û ji grevên birçîbûnê yên li dinyayê, Kurdistan û Tirkiyeyê mînakan dide. Zerya Gul jî bal kişandiye ser heman mijarê û bi sernavê "Hucre bi hucre berxwedêriya 8'ê Adarê" qala têkoşîna jinê dike.

'EM DIXWAZIN WÎ BI RENGEKÎ AZAD BIBÎNIN'

Li ser kampanya "Freedom For Ocalan" ku ji aliyê tevgerên sendîkayî yên li Îngilîstanê ve tê meşandin, bi hevseroka komîteya kampanyayê Christine Blower re hevpeyvîn hatiye kirin. Blower dibêje, "Em naxwazin Ocalan li Îmraliyê be, em dixwazin wî bi rengekî azad bibînin."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem Guneş balê dikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dibêje, "Dema şoreşê hatiye."

PÊVAJOYA HILBIJARTINÊ YA LI DIJÎ TECRÎDÊ

Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît li ser tifaq û stratejiya hilbijartinê ya HDP'ê nivîsî. Koçyîgît diyar kir, pêvajoya hilbijartinê wê bibe pêvajoyeke xwedîderketina li grevên birçîbûnê.

Nivîskar Zeynep Kizilirmak li ser Şoreşa Rojava ya ji 19'ê Tîrmeha 2012'an û vir ve tê avakirin nivîsî û bal kişand ser statuya jinê ya li nava şoreşê.

Hêja Zerya jî işaret bi şoreşa çandî û civakî ya li Rojava û Bakurê Sûriyeyê kir.

Rojnamevan-nivîskar Bêrîtan Sarya heman mijar di rûpela Kurdî de şîrove kir û qala pêvajoya 9 salan a li herêmê kir.

Li ser Armanc Goşkar (Sûna Kizilkaya) yek ji fermandarên YJA Starê û HPG'ê ku 3'ê Tîrmeha 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, Raperîn Mûnzûr nivîseke bîranînê nivîsî.

Evîn Zîlan jî qala çîroka zaroka 11 salî Rehan kir ku bi berdêla deynê 15 milyon Tumenî ji mêrekî derdora 50 salî re 'hate firotin'. Zîlan statuya jinê ya li Îranê û Rojhilat radixe pêş çavan.

Di hejmara 168'an de analîza Hevşaredara Qilabanê Zeynep Uren li ser hilbijartinên xwecihî, gotara A. Avesta Aydin a li ser zimanê dayikê, çavdêriya Berfîn Guneş a li kampa Jineolojiyê ya li Îngilîstanê û dosyayên li ser spor û tenduristiyê jî hene.