Jin li Viyanayê daketin qadan

Çalakiyên piştevaniyê yên ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê didomin. Li Viyanayê, jinên Kurd çalakiyeke bi zincîrê pêk anîn.

Çalakiya li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji aliyê Komeleya Jinên Kurd a Avesta ve hate organîzekirin.

Çalakgerên jin kincê spî li xwe kirin û xwe bi zincîrê girê dan. Di çalakiyê de ku li ber Dêra Dormê ya li Stephanplatzê pêk hat, posterên Ocalan û Leyla Guven û alên PKK'ê hatin hildan.

Di çalakiyê de dirûşmên "Em hemû Leyla ne", "Îro roja piştevaniya jinê ye", "Jin, jiyan, azadî", "Azadî ji Ocalan re" hatin qîrîn.

Xwepêşandan bi belavkirina belavokan bi dawî bû.