Jin li Riha û Edeneyê ji bo Rojava meşiyan
Jin li Riha û Edeneyê ji bo Rojava meşiyan
Jin li Riha û Edeneyê ji bo Rojava meşiyan
Li Riha û Edeneyê bi sedan jin biboneya piştevaniya bi gelê Rojava re meşiyan. Di meşê de peyama “parastina Rojava, parastina azadkirina jinê ye” hate dayîn.
Li Rihayê bipêşengiya Tevgera Jinên Azad ên Demokratîk-DOKH, bi armanca piştevaniya bi gelê Rojava re meş li darxistin. Li gel hevserokên BDP’ê ên bajar Leyla Akça û Xalid Yildiztekîn, rêveberên navçe û bajaran bi sedan jin li rexmî astengiya polîsan li Qada Topçû hatin gel hev û bi pankarta “Herder Rojava herder berxwedan” û dowîzên “Li ser sînor zilma AKP’ê”, “AKP li Misrê demokrate, li Rojava qetlîmkare”, “Îslamiyeta AKP’ê li Rojava xilas bû” hilgirtin. Li beramberî anonsa polîsan ya “sloganên dij zagonî ne avêjin” jinan bi tîlîlî û sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana YPG’ê” bersiv dan. Li ser navê jinên ku li ber Navenda kar ya Ahmet Bahçivan hatin gel hev, aktîvîsta DOKH’ê Sîbel Sutpak daxuyanî da çapemeniyê û diyarkir ku, ji şer û kaosa li Rojhilata Navîn herî zêde jin û zarok jê zirarê dibînin.
Sutpak balkişande ser êrîşên komên çete ên li ser Rojava û got: “Gelê me yê ku bi salan dilê wan ji bo Bakûrê Kurdistanê lêxist, em weke jinên Kurd tucarî bê razî nînîn ku li vir çete bêne rêxistin kirin û ji aliyê çeteyan ve bêne qetilkirin û qirkirin. Em bi tu awayî qebûl nakin. Dem dema xwedî derketina li şoreşa Rojava ye û êdî dem hatiye-boriye ku em ji vê komkujî û qirkirinê re bêjin ‘êdî bes e!’, hemû gelê me vê tîne ziman. Ji bo vala derxistina hemû polîtîka û hesabên qirêj ên hikumeta AKP’ê, pêwîste xwedî li Rojava derbikevîn. Pêwîste her kes vê rastiyê bibîne û di nava van çalakiyan de be. Pêwîste hikumeta AKP’ê dest ji polîtîkayên bi birçî hiştinê terbiyekirinê dest jê berde û ji bo em alîkariyan bigehînin gelê Rojava hemû deriyê sinor veke. Ji ber vê çendê pêwîste hemû gelê me hînbêhtir şiyar be û biberpirsyar tevbigere.”
Li Edeneyê jî endamên Meclisa Jinan ya BDP’ê ji ber Nûnertiya Taxê ya BDP’ê ya li taxa Hurriyetê ya navçeya Seyhanê heya Taxa Barbarosê meşiyan.
Bi sedan jinên ku bi erbaneyan meşiyan pankarta “Herder Rojava herder berxwedan” û dowîzên “Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye”, “Em duwemîn tabûra jinan silav dikin”, “em çemka jinan zarokan dikuje nelet dikin” û “Li hember Rojava bêdengbûn sucê mirovahiyê ye” vekirin.
Piştî meşa ku li ber Nûnertiya BDP’ê ya Taxa Barbarosê bidawî bû ji ser navê Meclisa Jinan ya BDP’ê Bêrîtan Yilmaz daxuyanî da.
Yilmazê got; “Li Rojava di şexsê gelê Kurd de, şoreşa ku bi pêşengiya jinê pêş dikeve û gelên Rojhilata Navîn biawayek xwişk û birane jiyan bike, sembola hêviya pêşeroja hemû gelane.” Yilmaz anî ziman ku, jin, zilam, ciwan û pîrên Rojava li hemberî hêzên dixwazin şoreşê bifetisînin berxwe didin.
Yilmaz bang li jinên Kurd û gelê Kurd kir ku xwedî li Rojava derbikevin û diyarkir ku, “Parastina Rojava, parastina azadiya jinê ye. Parastina Rojava parastina mirovahî û jiyana birûmete. Parastina Rojava, parastina wekhevî, demokratîk û azadbûna gelan e. Parastina Rojava ji zilma hovane ku li dijî gelê Rojhilata Navîn tê kirin re bisekineye. Em bang li herkesê ku dibêje ez mirovim dikîn ku, li hember komkujiya Rojava hişyar be, bêdeng nemîne û em dibêjin, li hember komkujiya Rojava bêdeng mayîn hevkariya mirinê ye.”
Daxuyanî bi sloganan bidawî bû.