Jin li dijî tacîza polîsan meşiyan
Jin li Amedê, ji bo du jinên ciwan ên li Sêrtê piştî winda bûn li mala polîsekî hat dîtin, meşiyan.
Jin li Amedê, ji bo du jinên ciwan ên li Sêrtê piştî winda bûn li mala polîsekî hat dîtin, meşiyan.
Jin li Amedê, ji bo du jinên ciwan ên li Sêrtê piştî winda bûn li mala polîsekî hat dîtin, meşiyan. Di daxuyaniya li çalakiyê de hat destnîşankirin ku îstîsmar û şîdeta li hemberî jinê herî zêde di dema hikûmetên AKP'ê de rû dane.
Li Amedê jin bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA), ji bo du jinên ciwan ên li Sêrtê piştî winda bûn li mala polîsekî hat dîtin, meşiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Jinên ku endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik jî di nav de bûn li ber devê Kolana Camî ya Semta Ofîsê civiyan û bi hilgirtina pankarta bi nivîsa "Şîdeta li hemberî jinê îdeolojîk e. Parastina cewherî rewa ye" û bi qîrîna dirûşmên "Polîs lê dide, dewlet diparêze", "Jin jiyan azadî" û "Polîsê tecawizkar wê hesap bide" heta Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê meşiyan.
Li ser navê komê xebatkara DÎKASÛM'ê Eylem Karaaslan li vir daxuyanî da çapemeniyê û nerazîbûn nîşanî dîtina du jinên ciwan ên winda li mala polîs. Karaaslan got, "Dîtina du zarokên keç ên winda li mala polîs, polîtîkayên qirêj ên tên meşandin careke din raxistiye pêş çavan."
Karaaslan anî ziman ku daxuyaniya Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê ku digot, "zarokên keç bi daxwaza xwe, ji bo dema xwe lê derbas bike çûne" daxuyaniyeke trajî-komîk e û got, "Li pêşberî zîhniyetê ku jinê û zarokên keç mehkûmî koledariya zayendî dike, jiyan êdî veguheriye kabûsekê. Ya qewimiye, êrîşa li hemberî bedena jinê, rêbaza jiyanê ya jinê ye û nenaskirina mafê jiyana azad a jinê ye."
ÎSTÎSMARA JINÊ DI DEMA AKP'Ê DE ZÊDE BÛ
Karaaslan da xuyakirin ku destwerdana li jiyana jinê û komkujiyên li hemberî jinê bi taybetî di dema desthilatdariya AKP'ê de bi awayekî cidî zêde bûne û got, "Helwesta AKP'ê ya dijminatiya li jinê û polîtîkayên wê yên civakî û siyasî ku temsîliyeta serdesthilatiya mêr dike, rê li ber vê rewşê vekiriye."
Karaaslan diyar kir ku bi bûyera li Sêrtê re careke din derketiye holê ku girîng e jin hêzên xwe yên rêxistinî mezintir bikin û destnîşan kir ku divê bûyer ji her alî ve were ronîkirin. Karaaslan da xuyakirin ku em ê şopdarên vê bûyerê bin.
Dûre Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Hafîze Îpek axivî û diyar kir ku polîs bi hêza xwe ya çekdarî terorê dimeşîne û destnîşan kir ku li her qadê parastina cewherî ya jinê rewa ye.