Jin li dijî kedxwariyê tercîh dikin ku betal bimînin

Sekretera Jinê ya KESK'ê Done Gevher Koyun diyar kir jin li şûna ku keda wan were xwarin tercîh dikin ku li mala xwe bimînin, li zarokên xwe binerin û got, li nav jiyana kar keda jinê tê xwarin.

Sekretera Jinê ya Konfederasyona Sendîkaya Kendkarên Gelemperî (KESK) Done Gevger Koyun diyar kir jin bi koçberiya ji gundan ber bi bajaran, ji ber rûdanên tacîz-tundiya li nav kar û bi koronayê re hejartir bûne û jin li cîhanê bi dezavataj in.  Koyun her wiha got ew Peymana Kar a Giştî ya Serdema 6'an (TSÎ) ku 23'yê Tebaxê hatî aşkerekirin, ji ber ku temsîliyeta jinê nîne qebûl nakin.

Gevher diyar kir rêjeya betalmanê ya jinan her ku diçe zêdetir dibe û got bi polîtîkayên neolîberal qadên gelemperî hatine tengkirin, ji dewleta sosyal dûr dikeve û ji ber vê destwerdana li jiyana jinê her ku diçe zêdetir dibe. Gevher her wiha diyar kir jinên kalîfiye jî li piyasaeya kar zêde cih ji xwe re nabînin, her ku diçe jinên kalîfîye yên ne xwedî kar zêdetir dibin.

Gevher her wiha diyar kir di desthilata AKP'ê de êrîşên li ser destkeftiyên jinan zêdetir dibin û got, ''Li tevahiya cîhanê jin ji mêran kêmtir distînin, kêmtir dikarin tiştekî bidin ser hev. Rêjeya xebata neqeydkarî li nav jinan zêdetir û nikarin ji ewlehiya civakî sûd werbigirin.''

Gevher bal kişande ser koçkirina ji gundan ber bi bajaran û got, ''Jinên ku çandinî û sewalkarî dikin û têra xwe dikirin, nexasim piştî koçkirina ji gundan ber bi bajaran bû hêza erzan a kar û kete rewşeke ku mirov dikare bi rehetî pişta xwe bidiyê. Koça ji gundan ber bi bajêr û bi valakirina gundan re jinên ku têra xwe dikirin, bûne hêza erzan a kar. Ev çewisandina duyan a jinan e.''

Gevher bal kişande ser tesîra hêla koronayê ya li ser hejarbûna jinê û got, ''Bi hêla koronaYê re jin zêdetir hejar bûne. Jinên kedkarên navmalê, di şertên hêla koronayê de nekarîn pêvajoya kedê bidomînin. Bêkariya ku ne li ber çavan dîsa li jiyana wan domand. Jin ji aliyekî ve li nav piyaseta kar nedikarin cihekî ji xwe re bibînin û ne jî tercîh dikin. Heke zarokên xwe hebin dudilî dibin ka gelo zaroyên xwe bişînin krêşê an bixebitin. Ji ber ku bi qasî pereyê ku dide krêşê nastîne û li şûna ku keda wê bihê xwarin tercîh dike ku li mal bimîne û xebata nav malê bidomîne.''

Gevher her wiha derheqê hevdîtinên TÎS'ê jî got ti temsîleya xwe ya jinê li nav nîne û daxwazên wan ên KESK'ê nehatine bicihanîn û ji ber vê ew wê qebûl nakin û li ser vê îro (Înê) ew KESK wê çalakiya karberdanê bike. Gevher bang li hemû jinên kedkar bike ku tevlî çalakiyê bibin û got, ''Em ê têkoşîna ji bo heq a sendîkayê ya ji bo daxwazên jinan, ku ji hêla jinan ve nîqaşa wê hatiye kirin û li ser li hev kirine û li ser metna mutebaqatê serenaveke cihê danîne, bidomînin. Ji vî alî ve ez bang li hemû jinên kedkar dikim ku 27'ê Tebaxê hilneberînni, kar berdin, em bi hev re ji bo wekheviyê têbikoşin.''