Jin ji bo parastina bajarên xwe tevlî perwerdeya leşkerî dibin
Jin ji bo parastina bajarên xwe tevlî perwerdeya leşkerî dibin
Jin ji bo parastina bajarên xwe tevlî perwerdeya leşkerî dibin
40 endamên Yekîtiya Star li Qamişlo bi armanca piştgiriya YPG’ê bikin, bajar û saziyên xwe biparêzin tevlî perwerdeya leşkerî bûn.
Piştî ku hêzên YPG’ê seferberî li hemberî êrîşên komên çete yên li ser Rojavayê Kurdistanê îlan kirin, tevlîbûna nava YPG’ê zêde bû. Her wiha gelek endamên saziyên sivîl û meclîsan ji bo alîkariya bi hêzên YPG’ê û Asayîşê re ketin nava tevgerê. 40 endamên Yekîtiya Star li Qamişlo ji bo ku parastina bajar û saziyên xwe bikin tevlî perwerdeya leşkerî ya YPG’ê bûn.
Di perwerdeya leşkerî de jin fêrî bikaranîna çekan û tevgerîna di rewşên awarte de bûne. Der barê perwerdeyê de endama Yekîtiya Star Rukestan Umer, da zanîn ku ew tevlî perwerdeyê bûne, da ku di demên awarte alîkariya YPG’ê bikin û bajarên xwe biparêzin.