Jin ji Amedê dimeşin Bagokê
Jin ji Amedê dimeşin Bagokê
Jin ji Amedê dimeşin Bagokê
Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH), bi armanca protestokirina êrîşa li dijî goristana gerîla ya li Bagokê, ji Amedê ber bi Bagokê ve dest bi meşekê kir.
Jinên endamên DOKH'ê îro danê sibê li Qada Jiyana Hevpar a Parka Sumer ya Şaredariya Bajarê Mezin hatin cem hev û bi armanca şermezarkirina êrîşa li dijî goristana gerîla ya li Çiyayê Bagokê dest bi meşa ber bi Bagokê ve kirin.
Jinên ku bi pankarta bi nivîsa "Agirê azadiyê me, ruhê min li Licê, li Rojava, li Gezî digere" tev li meşê bûn û berdilkên bi nivîsên balê dikşînin ser zarokên Kurd, welatiyên di berxwedana Parka Gezî û 34 Kurdên li Roboskî hatin qetilkirin, li xwe kirin. Jin ji aliyê gelê derdorê ve bi çepik û dirûşman hatin pêşwazîkirin.
Li ser navê meşvanan aktîvîska DOKH'ê Neslîhan Başak daxuyanî da û bal kişand ser xemsariya dewletê ya li pêşberî pêvajoya çareseriyê û got, "AKP'ê berpirsyariyên xwe bicih neaniye û polîtîkayên berê yên dewletê meşandiye. Di encama van polîtîkayan de di çalakiyên parka Gezî de 6 û di berxwedana li hemberî çêkirina Qereqolê de li Licê Medenî Yildirim hatine qetilkirin."
Başak diyar kir ku êrîşa dawî ya li dijî goristana gerîla ya li Çiyayê Bagokê nayê qebûlkirin û got, "Em ji ber vê yekê li ber xwe didin, serî radikin."
Piştî daxuyaniyê, jin bi 9 endamên DOKH yên bimeşin goristana gerîla ya li Çiyayê Bagokê, heta derketina ji Amedê meşiyan.
Girseya gel ji vê derê, meşvanên Bagokê ber bi Çinarê ve bi rê kir.
JIN DÊ BI GIRSEYÎ BÊN PÊŞWAZÎKIRIN
Jinên DOKH'î dê li qada sê rêya navbera Amed-Mêrdînê de ji aliyê Bismiliyan ve bên pêşwazîkirin.
Jin piştî ku şeva xwe li Bismilê derbas kirin, wê serê sibê bi jinên ji Şemrex û Dêrikê meşa xwe dewam bikin.
Meşa ku wê jinên ji Qoser û Nisêbînê jî beşdar bibe, dê li goristana gerîla ya li Bagokê bi dawî bibe.