Jin: Em ji AKP'ê û ji polîsên wê yên destdirêj natirsin!

Jin: Em ji AKP'ê û ji polîsên wê yên destdirêj natirsin!

Jinan, destdirêjiya zayendî ya polîsên Tirk ên di dema berxwedana Gezî de şermezar kirin û gotin, "Em ji AKP'ê û ji polîsên destdirêj natirsin."

Destdirêjiya polîsan a di dema berxwedana Parka Gezî de li jinan hat kirin, li Taksîmê hat şermezarkirin. Li ser banga Kolektîfa Femînîst a Stenbolê, Komeleya Jinan a Keskesor, Kolektîfa Femînîst a Sosyalîst, Meclîsa Jinan a Sosyalîst, Jinên Demokrat ên Nû, Jinên Halkevî, Jinên Anarşîst, Meclîsa Jinan a HDK'ê û Jinên ODP'yî, gelek jin li ber Lîseya Galatasarayê li hev kom bûn û ber bi Taksîmê ve meşiyan.

Jinan di meşa xwe de pankarta bi nivîsa "Em li dijî AKP û dijwariya polîsan li ber xwe didin. Li dijî destdirêjiya zayendî li kolanane" vekirin û dirûşmên "Ji destavêtin û destdirêjiya di bin çavan de na", "Polîsê tecawizkar wê hesab bide" "Em ji AKP'ê, ji polîsên destdirêj natirsin" qêriyan.

Li dû tengezariyek bi polîsan re li ser navê jinan Hande Yener daxuyaniyek da û diyar kir ku di teahiya berxwedana Gezî de li binê çavan û kolanan jin rastî dijwariya zayendî hatine. Yanar got, "Em îro li vê derê, bi hêza ji piştgiriya jinan tê, diqîrin. Em ne ji AKP'ê ne jî ji dijwariya polîsên wê ditirsin. Em careke din dibêjin, şerm û fediya destavêtin û destdirêjiyê ne ya me ye, ya ew kesên ev kirin e. Emê dest jê bernedin. Hûn ji me bitirsin. Em li vir in. Heta ku em jiyaneke lê dijwariya dewleta mêr tineye ava bikin, emê bi şev jî li kolanan û qadan bin."