‘Jin divê hêzên xwe bikin yek’
Jinên siyasetmedar li Silêmanî li konferansa bi mijara ‘’bi felsefeya Ocalan azadiya jinê û hevjiyana azad’ axivîn û gotin, ‘’bi rengê jinê jin ji bo siyaset û civakê divê karîgertir têbikoşin’
Jinên siyasetmedar li Silêmanî li konferansa bi mijara ‘’bi felsefeya Ocalan azadiya jinê û hevjiyana azad’ axivîn û gotin, ‘’bi rengê jinê jin ji bo siyaset û civakê divê karîgertir têbikoşin’
Li Konferansê Wekîla YNK’ê Telar Latîf, Wekîlan Goran Sîrwa Abdulwahît û Hevseroka Tevgera Tevgera Civaka Azad a Kurdistanê Şîlan Şakir diyar kirin ku li Başûrê Kurditanê û Iraqê bi temamî zilam serdestî siyasetê ne û bi kontrola wan tê birêvebirin.
SIYASET NIHA NÊR E
Wekîla Goran Sîrwa Abdullatîf got, ‘’siyaset di rewşa berdest de di kontrola zilêm de ye’’ û got ji bo ku jin li dijî vê karîger bibe divê xwe rêxistin bikin.
Sîrwan got: ‘’Berpirsyariya sereke ya jinê ye ku jin di siyasetê û qadên din de karîger bibin. Her wiha jinên di parlamento, siyasetê de cih digirin jî divê di vê mijarê de berpirsyariya xwe bi cih bînin.’’
SIYASET LI SER MIRINÊ Û DEREWÊ HATIYE AVAKIRIN
Hevseroka Tevgera Azad Şîlan Şakir jî bal kişande ser krîza ku li herêmê tê jiyîn û got herî pir jin ji krîzê hîkar dibin û ew ji qada siyasetê û civakî têne derekekirin û bi vî rengî jî îradeya wan tê şikenandin.
Şîlan Şakir bi berdewamî got: ‘Li Rojhilata Navîn krîzeke giran heye. Pênaseyên têkildarî jin û siyasetê têne berovajîkirin. Jin û siyaseta ku rasterast kirine sermiyana zilêm divê êdî bigihije nasnameya xwe ya rastîn. Ne siyaset karekî di kontrola zilêm de ye û ne jî jin malê zilêm e. Heke jin dixwazin vê pêk bînin divê têkoşîna vê bi hevparî bi awayekî xurtir bidin. Li Başûrê Kurdistanê siyaset li ser derew, xapandin û mirinê ava bûye. Divê ev biguhere. Yek ji van ne taybetmendiya jinê ye.’’
TÊKOŞÎNA HEVPAR A JINÊ WÊ BIGUHERÎNE
Wekîla YNK’ê Telar Latîf bal kişande ser wê ku jin ji qada siyasetê tê dûrxistin û got: ‘’Hem di siyaseta Başûrê Kurdistanê de û hem jî di siyaseta Iraqê de jin ne çalak e. Ev ji ber avaniya partiyan û ji ber destûrên herdu navendan e. Tekana rêya ku pêşî li vê bigire ew e ku jin hêza xwe bikin yek û li dijî siyaseta zilam-serweriyê têbikoşin.’’
Rûnitina sibehê qediya û di rûniştina duyê ya piştî nîvro de wê zext û tengezariyên li ser jinê yên di qadên aborî û civakî de werin nîqaşkirin.