Jin di festîvala Sakîne Cansiz a 7’emîn de hatin ba hev

Ji bo bibîranîna Sakîne Cansiz a ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye festîval hate lidarxistin. Festîvala 7’emîn a îsal li bajarê Zurîhê ya ku paytexta Swîsreyê ye hate lidarxistin.

Festîval her sal di meha Hezîranê de dihate lidarxistin û îsal ji ber şewbê taloqî meha Tebaxê hate kirin.

Di festîvalê de bal kişandin ser qetlîamên li ser jinan û tecawiza li ser zarokan.

Jinên Kurd di serî de bi sedan jinên koçber û Swîsreyî tevlî festîvalê bûn. Di festîvalê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê axaftinek hate kirin.

Di festîvalê de jinên Tamîlî xwepêşandanek li dar xistin û hunermend Xecê, Leyla Koçgun, Sîlbûs û Tarî, Nûarîn û hunermendên TEV-ÇAND’ê derketin ser dikê. Ji bo zarokan atolyeyên xêzkirin û boyaxkirinê hate lidarxistin û li konan jî cil û bergên neteweyî yên jinên Kurd hate danasîn. Li qada festîvalê ji bo agahdarkirina têkoşîna jinên Kurd jî stand hate vekirin.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Besîme Konca jî axivî. Konca 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kir û got, “Berxwedana ku îro jinên Kurd didomîne, mîrateya Sakîne Cansiz e ku ji me re maye. Bi vî aliyê xwe yê berxwedêr jî têkoşîna jinên Kurd ji hemû jinên cîhanê re bûye mînak.”

Festîval bi govendê heta êvarê domiya.