Jin di 3. Festîvala Arîn Mîrkan de li hev civiyan
Jinên Kurdistanî yên li Başûrê Fransayê dijîn, di Festîvala 3. a Arîn Mîrkan de li hev civiyan.
Jinên Kurdistanî yên li Başûrê Fransayê dijîn, di Festîvala 3. a Arîn Mîrkan de li hev civiyan.
Jinên Kurdistanî yên li herêma Başûrê Fransayê dijîn, di Festîvala 3. a Arîn Mîrkan de li hev civiyan. Festîvalê, di şexsê Zeynep Kinaci û Arîn Mîrkan de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.
Zêdeyî hezar kes tevlî festîvalê bû, ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ve hate organîzekirin. Însiyatîfên jinan ên li Bordeaux, Marîgnane, Frejûs û St. Raphael, Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlyayê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marîgnane piştgirî dan festîvalê.
Şaredarê komunîst ê navçeya Septemes-Les Vallons a Marsîlyayê, ku hate vexwendin, cihê xwe di festîvalê de girt.
Li qada festîvalê wêneyên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Arîn Mîrkan, Zeynep Kinaci û gerîlayên jiyana xwe ji dest dan, alên TJK-E û PKK'ê hatin daliqandin.
Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Songul Omurcan û endamê Meclîsa Şaredariya Septemes-les-Vallonsê Patrîck Magro li festîavlê axivîn.
'KURD BI PÊŞENGIYA JINAN SERKETINÊN MEZIN BI DEST DIXIN'
Nûnera TJK-E Songul Omurcan di destpAêka axaftina xwe de ragihand, ku 33 rewşenbîrên beriya 24 salan li Sêwasê hatin kuştin, ji aliyê zîhniyeta DAIŞ'ê ve hatine kuştin û qurbaniyên vê komkujiyê bibîr anî.
Omurcan got, "Arîn Mîrkan, di 4'ê Cotmeha 2014'an de, li hemberî yên digotin 'Kobanê li ber ketinê ye, dikeve' û li dijî çeteyên DAIŞ'ê heta dawiyê bi berxwedaneke mezin Kobanê parastiye. Wêrekî, têkoşîn û berxwedana jinan, rê li ber sekna azadiyê û rizgariya gelekî vekiriye. Kurdan li dijî DAIŞ'ê bi pêşengiya jinan serketinên mezin bi dest xistine û hê jî bi dest dixin."
Patrîck Magro jî kêfxweşiya xwe ya ji ber tevlîbûna festîvalê anî ziman û têkoşîna jinan silav kir.
Piştî axaftin û peyamên hatin xwendin, bernameya çandê dest pê kir. Collectîf Medz Bazar bi zimanê Ermenî, Kurdî û Tirkî stranên xwe got. Piştre Koma Govendê ya Jinên Ciwan a Marsîlyayê, Koroya Zarokan, Hozan Farûk, Bûrhan Karataş, Şevîn Keklîk, Gulbahar Kavcû û Gruûp Zelal derketin ser dikê.
Li festîvalê yek ji stantên herî zêde bal kişand stanta ji kincên gelêrî bû, ku li Atolya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan hatin amadekirin.
Festîval bi gerandina govendê li ber dahol û zirneyê qediya.