Li navenda Çand û Huner a Bêrîvan ji aliyê Desteya Jinan a Şaredariya Îpekyolu ve ‘Perwerdeya cinsiyeta civakî-zanebûna cins’ a 2 rojan hat dayîn. Hevşaredara Îpekyolu Bîdav a tevlî semînerê bû behsa hedefên xwe kir. Bîdav got, "Bi saya jinên me yên di nav têkoşîna azadiyê de cih digirin, em îro behsa azadiyê dikin” û anî ziman ku pêwîst e rêxistinbûna jinan bê pêşxistin.
Li navenda Çand û Huner a Bêrîvan ji aliyê Desteya Jinan a Şaredariya Îpekyolu ve ‘Perwerdeya cinsiyeta civakî-zanebûna cins’ a 2 rojan hat dayîn. Hevşaredara Îpekyolu Aygul Bîdav, endamên meclîsa jinan a şaredariyê û xebatkarên şaredariyê tevlî semînerê bûn.
Hevşaredara Îpekyolu Aygul Bîdav beriya semînera ku ji aliyê endamên Komeleya Akademiya Kedê ya Egîtîm-Sen Muazzez Orhan, Olcay Kaçmaz û endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî ve tê dayîn axivî got ku perwerde ji bo pêşxistina şaredartiya jinan û di rêveberiyên herêmî de feraseta demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya cinsiyetê pêk bê amade dikin.
'JIN BI KJA HER DIÇE RÊXISTINBÛNA XWE BIHÊZ DIKE'
Bîdav bal kişand qîmetê ku Tevgera Azadiyê ya Kurd dide jinan û wiha axivî: "Partiya me di rastiyê de bi qîmetê dide jinan re nîvê civakî û jiyanê ava dike. Jin di bin banê KJA (Kongreya Jinên Azad) de her roj rêxistinbûna xwe bihêz dike. Me ti carî ji bo azadiya gelê xwe û jinan tawîz ji têkoşînê neda. Jinên me yên canê xwe feda dikin hene. Bi saya jinên me yên di nav têkoşîna azadiyê de cih digirin, em îro behsa azadiyê dikin.”