Jin bi birare ku qanûna jinan di meclîsê de derbas nekin!

Meclîsa Jinan a Stenbolê, erêkirina madeya ku rayeya pevjînê radestî muftiyan kirinê ya TBMM’ê ya Komîsyona Karê Hundir li pêşiya Muftiya Navçeya Beşîktaşê protestokirin.

Jinên ku dirûşa “Em pêşnûmaya destûra te qebûl nakin” qîr kirin, destnîşan kirin ku ew rê nadin pêşnûmeya destûra li dijî jinan li meclisê bê erêkirin.

Endamên Meclîsa Jinan a Stenbolê ku li pêşiya Muftiya Navçeya Başkîktaşê kom bûn, destnîşan kirin ku ew rê nadin pêşnûmeya destûra biryara rayeya pevjînê ya ji bo muftiyê li meclisê bê erêkirin. Nûnera Giştî ya Plaftorma Em ê Qirkirinên Jinan Rawestînan Gulsûm Kav, Parlemetera CHP’ê ya berê Malda Onûr, Endama Meclîsa Partiya CHP’ê Ferîhan Karasû li refên pêş ên çalakiyê de cih girtin, dowîzên “Muftî nikarin bi fermî pevînê pêk bînin” hildan. Li ser navê jinên dirûşmên “Em pêşnûme destûra te qebûl nakin”, “Muftî li karê xwe binêre, xwe tevlî karê me neke” , “Pêşnûmeya dengdana bi komîsyonê betal bike” , “Ji bo laîktiyê em ê li ber xwe bidin” û “Bijî piştgiriya jinan” qîr kirin parêzer Tûba Torûn daxuyanî xwend.

Torûm destnîşan kir ku pêşnûmeya rayeya pevjînê dide destê muftiyê ku bi komîsyonê dixwazin erê bikin bi lezgîn vekişînin û got: “Em ê li dijî vê pêkanîna ku êrîşê li ser mafê me zêde dike, bêdeng nemînin.”

Torûn, bibîr xist ku heta ev pêşnûme bê betalkirin wê li her derê tehşîr bikin, têkildarî erêkirina pêşnûmeyê jî wiha pêde çû: “Rayeya pevjînê ya radestî muftiyan kirinê bi temamî li diî laîktiyê ye. Pêşnûme wê bingehê ji bo pevjîna tememê biçûk bide vekirin. Pevjîna bi destê muftiyan bê kirin, wê pevjîna bi melayan tê kirin meşrû bike û pêşiya pevjîna di tememê biçûk de bide vekirin. Wê bibe sedemê cudakeriya civakê.”

Torûm diyar kir ku heta pêşnûme bê betalkirin wê bêdeng nemînin û li ber xwe bidin.”