Di encama çalakiya gerîlayên jin ên YJA-Starê ya li herêma Oremara Geverê de leşkerek hat kuştin. Her wiha, YJA-Star çalakiya kontrolkirina rê ya şevê din li ser rêya Mûş û Pasûra Amedê pêk hat girt ser xwe.
Navenda Çapemeniya YJA-Starê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a li navçeya Gevera Colemêrgê de leşkerek hat kuştin.
Navenda Çapemeniya YJA-Starê got; “Gerîlayên me yê YJA Starê li 7'ê Îlonê de di saet 14.30'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî baregeheke leşkerî ya qereqola Oramarê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di enacma vê çalakiyê de leşkerek dijmin hatiye kuştin.”
Navenda Çapemeniya YJA-Starê diyar kir ku gerîlayên YJA-Starê di 7'ê Îlonê de di navbera saet 17.00-19.30'an de li ser riya Mûş û navçeya wê Kopê de rê kontrol kirin û got; “Di 50 wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrolkirin, gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdar kirin.”