Ji Yekitiya Jinên Sosyalîst protestoya ji bo Rojava
Ji Yekitiya Jinên Sosyalîst protestoya ji bo Rojava
Ji Yekitiya Jinên Sosyalîst protestoya ji bo Rojava
Komkujiyên çeteyên El Nûsra yên li dijî sivîlên li Rojavayê Kurdistanê, ku bi piştgiriya Tirkiyê pêk tên, li bajarê Elmanya Kolnê bi xwepeşandanekê hat şermezarkirin. Xwepêşandan ji aliyê Yekitiya Jinên Sosyalîst û 'Cîhaneke be Jiyîn" ve hat organîzekirin û di axaftinên li çalekiyê de nifir li komkujiyan hat kirin.
Xwepêşandanên li dijî komkûjiyên çeteyên El Nusra yên li Rojavayê Kurdistanê li hemberî zarok û sivîlan dimeşîne, dewam dikin. Li gelek bajarên Ewropayê bi xwepêşandanan komkûjî tên protesto kirin.
Li bajarê Elmanya Kolnê duh bi vê armancê xwepêşandanek ji aliyê Yekitiya Jinên Sosyalîst û 'Cîhaneke be Jiyîn" ve hat organîzekirin. Çalakgerên li Wiener Platzê hatin cem hev bi pankart û dowîzan komkujî şermezar kirin û dirûşmên "Her der Rojava her der berxwedan", "Rojava ne bi tenê ye" û "Destê xwe ji Rojava bikişînin” qîriyan.
Di daxuyaniya li vê derê de bal hate kişandin ser van xalan: “Çeteyên El Nûsra yên ser bi El-Qaîde'yê, ev 2 sal in li dijî Kurdên sivîl ku di nav de jin û zarok jî hene komkujiyan pêk tînin. Ev komên çete ji aliyê hikûmeta Tirk ve di warê aborî de alîkarî dibînin. Pêwiste Tirkiye û hêzên din ên desthilatdar piştgiriya ji çetan re bi sekinînin.”
Di daxuyaniyê de her wiha destwerdaneke gengaz a li Sûriyê jî hat şermezarkirin û bang li hemû şoreşger, demokrat û rewşenbîran hat kirin ku li dijî vê rewşê derkevin.