Ji TJKE ji bo Rojava banga piştgiriyê

Ji TJKE ji bo Rojava banga piştgiriyê

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE), qirkirina li Rojavayê Kurdistanê weke gunehî mirovahiyê bi nav kir û bang li rêxistinên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên jinan kir ku piştgiriyê bidin Kurdan.

TJKE, der heqê komkujiyên komên ser bi El Qaîde yên li Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek da û got ev êrîş weke "qirkirin û qirkirina zayendî" bi nav kir.

Di daxuyaniya TJKE de hat gotin, "Li Rojava, ji 31'ê Tîrmehê û ri ve li dijî Kurdan komkujî tê kirin. Li Til Hasil û Til Eranê bi sedan Kurd li ber çavên cîhanê hatin kuştin. Fetwayên 'destdanîna jin û keçên Kurd caîz e' hatin dayîn. Jinên Kurd hatin revandin û ji vê re gotin 'helal e'. Malên Kurdan hatin şêlandin, şewitandin, Kurd li axa lê dijîn hatin talankirin û li ser serê wan komkujî heye. Ev hovîtî li ber çavên tevahiya cîhanê diqewime, lê cihê xemgîniyê ye ku cîhan bêdeng e û naxwaze ne bibîne, ne bibihîze û ne jî biaxive."

Diyar e ev êrîşên mijara gotinê, ji DYE heta cîhana Rojava, heta Emaretên Ereb ji beşeke mezin a cîhanê piştgiriyê dibînin. Tirkiye ji xwe bi civîna 26'ê Tîrmehê ya 70 fermandarên AA re, ji van êrîşan re mêvandariyê dike û rola xwe ya amadekirina planên nexêr bicih tîne."

Tevgera Jinan da xuyakirin ku Kurd ji ber tevlî şerê li Sûriyê nebûne û ji xwe re rêya sêyemîn hilbijartiye, ev hêzên mijara gotinê bêzar bûne û ev yek kirine sedema êrîşên xwe.

Daxuyaniyê weha dewam kir: "Van hêzan xwe ranegirtin ku Kurd xwe bi xwe rêve bibin û bi gelên din re di nava jiyaneke hevbeş de bi çand û nasnameya xwe bijîn. Ji ber vê yekê, hin hêzên qaşo li dijî rejîma Sûriyê, di bin de alîkariya çek, teknîk û alîkariya maddî dan wan. Hesabên wan ew e ku di bin kontrola xwe de hin rêxistinbûyîn û rêveberiya ava bikin û yên li derveyî van rêxistinbûyînan bimînin, bikşînin nava şer û wan qels bikin. Ji ber vê yekê AA yan jî Eniya El Nûsra di bi navê ol de şerê mezhebî sor dikin, di bi navê xalîkirina etnîkî de gelan di qirkirinê de derbas dikin û di bi navê zayendîperestiyê de jinan di qirkirina zayendî de derbad dikin. Ji ber ku dibînin ew li beranberî nirxên demokratîk û azad wenda dikin û bi hêrsa vê yekê re ji mirovahiyê derdikevin."

TJKE diyar kir ku çete bi hovane êrîşî gel û jinên Kurd dikin, ji ber ku gel û jinên Kurd li ber xwe didin û ev nirxandin kir: "Şerê nasname û rûmetê didin. Beriya her tiştî ji bo azadiya xwe, can û hemû nirxên xwe feda kirine. Şoreşa Rojava a di 19'ê Tîrmehê de destpê kir, di cewhera xwe de şoreşa jinê ye. Li Rojava, bi dehan keçên ciwan li refên têkoşînê ji bo mafên gel û jinên kurd têdikoşin. Ne tenê ji bo şoreşa Kurdan, ji bo gelên herêmê jî têdikoşin. Ji bo bexçeyekî gelan ên bi hev re, dûrî nijadperestiyê bijîn, têkoşin. Ji bo li bexçeyê gulan ê gelan her gul bi rengê xwe vebe, li ber xwe didin."

Di dewama daxuyaniya Tevgera Jinê ya Kurd li Ewropayê (TJKE) de weha hat gotin; "Ji bo qirkirina gelê me yê li Rojava û qirkirina zayendî ya li dijî jinên Kurd li Rojava weke gunehê mirovahiyê bê dîtin, di serî de rêxistinên mafên mirovan em bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên jinan dikin ku bi şoreş û jinên Rojava re di nava piştgiriyê de bin û bang li jinên Kurd ên li Ewropayê jî dikin ku nerazîbûna xwe ya li hemberî vê hovîtiyê bilind bikin."