Ji rêxistinbûna destpêkê ber bi artêşbûnê ve: Jinên Kurd

Kevneşopiya berxwedanê ya jinên Kurd, ku di dîrokê de mohra xwe danîne binê gelek serketin û lehengiyên mezin, bi artêşbûna 40 salên dawî re hê derketin pêş.

Jin tevlî çalakiya 15'ê Tebaxê nebû be jî, li qada gerîla di asta fermandariyê de wezîfe kir. Besê Anûş di vê demê de yek ji jinên destpêkê bû. Azîme Demîrtaş, Turkan Derîn, Sakîne Kirmizitaş, Sûltan Yavûz, Hanim Yaverkaya, Rahîme Kahraman, Çîçek Selcan, Necla Çelîk, Ayşe Ogretmen, Saîme Tûrgût, Binevş Agal, Geyîk Yetîm û Gultaz Karataş (Bêrîtan) dan dû wê.

Têkoşîna jinên Kurd a li dijî sîstema serdest a mêr li ber xwe didin, bêguman tenê ji 40 salên dawî pêk nayê. Her çend dîrok li ser berxwedana jinên Kurd nanivîsîne jî, di serdemên xwe de mohra xwe danîne binê gelek serketin û lehengiyên mezin. Tevgera Jinên Kurd ku di dema nêz de xwedî dîrokeke têkoşînê ya ji 40 salî ye, êdî pêşengên têkoşînê jî afirandine û bûne xwedî tecrûbe û daneheviyeke mezin. Di ser Pêngava 15'ê Tebaxê ya PKK'ê re 33 sal derbas bûn. Jinan cih di nava pêngavê de negirtibin jî, wê demê ji gelek yekîneyan re fermandarî kirin.

RÊXISTINBÛNA DESTPÊKÊ: YJWK

Piştî kongreya 3. a PKK'ê de, ku sala 1986'an pêk hat, YJWK a ser bi rêxistinbûna eniyê ya PKK'ê ERNK di Mijdara 1987'an de ava bû. Sala 1993'an, bi avabûna yekîneyên destpêkê yên jinê yên xweser ên di nava hêzên gerîla de, gava destpêkê ya artêşbûna jinê hate avêtin. 

Sala 1995'an di 1. Kongreya Azadiya Jinên Kurdistanê de bi navê YAJK'ê (Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê) yekîtî ava bû. 8'ê Adara 1998'an, bi Îdeolojiya Rizgariya Jinê re, di pêşengiya jinê de pîvanên bingehîn ên şoreşgeriya civakî hatin destnîşankirin. 

Bi armanca pratîkbûna Îdeolojiya Rizgariya Jinê, 8'ê Adara 1999'an Partiya Jinan a Karkerên Kurdistan (PJKK) ava bû. PJKK'ê piştre navê xwe guherand û perspektîfa xwe ya rêxistinbûn û têkoşînê berfireh kir. 

Tevî vê yekê Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, sala 2000'î bi rêxistinbûna Partiya Jinên Azad (PJA), bi berpirsyariya xwe ya gerdûnî rabû û ev tecrûbeya xwe bi jinên ji gelên din re par ve kir. 

Sala 2004'an bi PAJK'ê (Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê) rêxistinbûna partiya jinê berfireh kir û bi rola partiya sîwanî ya hêzên jinên yên li qadên cuda yên rêxistinî, rabû.

LI QADÊN PARASTINA REWA XWE BI RÊXISTIN KIR

20'ê Nîsana 2005'an, tevî çar parçeyên Kurdistanê, bi rêxistinbûna sîwanî ya bi navê Koma Jinên Bilind (KJB) rêxistinbûna konfederal a jinê ava kir. 

Modela rêxistinbûnê ya KJB'ê ji rêxistinbûna îdeolojîk, girseyî, stratjiya veguherîna demokratîk û rêxistinbûna li qada parastina rewa pêk tê.  

Li qada îdeolojîk PAJK (Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê), li qada girseyî YJA (Yekîtiya Jinên Azad) û li qada paratina rewa jî YJA Star derketin pêş.