Ji RAJIN peyama ji bo Arjîn Amed

RAJIN têkildarî gerîlaya YJA Starê Arjîn Amed a ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tedawî didît û jiyana xwe ji dest da got, “Hevala Arjîn di heman demê de şehîdeke ragihandina azad e. Di kesayeta wê de em careke din hemû şehîdên RAJIN bi bîr tînin.”

Koordînasyona RAJIN têkildarî gerîlaya YJA Starê Arjîn Amed a ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tedawî didît û jiyana xwe ji dest da got, “Hevala Arjîn di heman demê de şehîdeke ragihandina azad e. Di kesayeta wê de em careke din hemû şehîdên RAJIN bi bîr tînin.”

Koordînasyona Ragihandina Azad a Jinan (RAJIN) têkildarî gerîlaya YJA Starê Tûgba Taylan bi nasnav Arjîn Amed a demeke dirêj e ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tedawî didît û di sala dawî de rewşa wê giran bû, jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek weşand. RAJIN diyar kir keda hevala wan Arjîn Amed di xebatên ragihandina azad de bê dawî ye, di şert û mercên herî zehmet de bi xuliqkarî ji ragihandina azad re mîraseke gelekî hêja li pey xwe hişt.

Daxuyaniya Koordînasyona RAJIN a têkildarî Arjîn Amed wiha ye:  

“Di salên xwe yên dûr û dirêj ên şoreşgertiyê  de kêliyekî çav li hestên azadiyê re negirt. Arjîn hemû rengên bedew ên jiyanê bi hev re kire yek û navê evîndareke çiyayî li şûna xwe bicih hişt. Navek din ji hest û hêviyê Xelîl Dag bû ku ji bo şopandina kevneşopiya wî ber bi Botanê ve çû. Li pey xeyalên Xelîl û bi hezaran cangoriyan barê hêviyên wan da pişta xwe û ber bi Botana Xeyalan ve bi rêket. Li warê Egîd, Erdal û Nûdayan li parçeyên xwe yên ku bi salan navê wan di deftera dilê xwe de veşartibû, digeriya. Hevala me ya Arjîn di heman demê de ku gerîlayeke evîndara çiyayan bû her wiha hemû kêliyên gerîlatiya xwe û rêhevalên xwe bi qelem û kameraya xwe bilêv û mayînde kir.

Ti tiştek di têkoşîna wê ya bi salan de bi qasî hez û eşqa wê ya ji binavkirina û vegotina hestên gerîla girîng nebû. Ti tiştek nikare û nekariye hê jî Arjînê li çiya û hestên çiyayî veqetîne. Ti qirêjiyek nikare destê wê li bedewiyên bi qasî dilê wê veqetîne.

Keda rêhevala me Arjîn Amed di xebatên ragihandina azad de bê dawî ye. Di şert û mercên herî zehmet de bi xuliqkarî ji ragihandina azad re mîraseke gelekî hêja li pey xwe hişt. Di kevneşopiya ragihandina jinên çiyayî de berdewameke ji Gurbetelî, Ekîn û Denîzan ku îro RAJIN xwe bi ruhê wan rêhevalên fedakar bi sazî kiriye.

Hevala Arjîn di heman demê de şehîdeke ragihandina azad e. Di kesayeta wê de em careke din hemû şehîdên RAJIN bi bîr tînin û soza serketinê didin ku qelem û kameraya wan li erdê namîne û her wêne û nivîsek wan dîroka zindî ya ragihandina azad e.”