Ji Meclîsên Jinan ên BDP'ê nerazîbûna li dijî îstîsmara zarokan

Ji Meclîsên Jinan ên BDP'ê nerazîbûna li dijî îstîsmara zarokan

Meclîsên Jinan ên BDP'ê da xuyakirin ku îstîsmara zayendî ya li zarokê 7 salî D.T. yê li Başakşehîra Stenbolê hat kirin, asta tirsnak a îstîsmara zayendî ya li Tirkiyê raxistiye ber çavan. Meclîsên Jinan diyar kirin ku ev yek bi tenê bi dejenerebûna exlaqî nayê ravekirin û destnîşan kirin ku îstîsmar li dijî zarokên Kurd weke polîtîkayeke dewletê tê meşandin.

Meclîsên Jinan ên BDP'ê, der barê îstîsmara zarokê rêveberê BDP'ê yê 7 salî D.T. yê li Stenbolê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Başakşehîr a Stenbolê, zarokê 7 salî D.T. rastî îstîsmara zayendî hatiye. Vê yekê asta tirsnak a îstîsmara zarokan careke din raxistiye ber çavan. Li Tirkiyê îstîsmara zarokan, ji her devera cîhanê bêtir zêde dibe. Ev yek bi tenê bi dejenerebûna exlaqî nayê ravekirin." Meclîsên Jinan ên BDP'ê dan xuyakirin ku sedema bingehîn a vê yekê jî helwesta Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ye ku îstîsmara zarokan rewa dibîne û gotin, "Saziya ku divê zarokan biparêzer Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ye. Lê di vê mijarê de saziya herî paşdemayî û pasîf, ev sazî ye."

Meclîsên Jinan bibîr xistin ku bersûcê îstîsmara zayendî zarokekî 15-16 salî ye û gotin, "Ev yek balê dikşîne ser pirsgirêkeke din a mezin. Di nava civakeke ku bi narkotîk, fûhûş û çetebûyînê re dejenerebûna exlaqî li ser tê ferzkirin de, careke din hatiye dîtin ku mexdûrên herî mezin zarok in."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îstîsmara zayendî weke polîtîkayeke dewletê li dijî zarokên Kurd tê bikaranîn û wiha hat gotin:

"Ev yek carna bi destê dewletê li girtîgehên mîna Pozantiyê tê kirin, carna jî di nava civaka Kurd de bi qirkirina Kurdan bi destê Kurdan tê kirin. Ji ber vê yekê, ne rasthatineke ku yê li îstîsmara zayendî hatiye zarokê rêveberê me yê navçeyê D.T. ye. Derket holê ku bersûcê ev yek kiriye, beriya niha sûcên bi heman rengî kiriye, lê nehatiye cezakirin. 

Em vê qirkirina çandî ti carî qebûl nakin. Emê bibin şopdarên vê dozê. Ji bo bersûcê îstîsmara zarokê 7 salî û hemû îstîsmarkarên zarokan bên cezakirin û dawî li vê polîtîkaya qirêj a dewletê bê anîn, emê têkoşîna xwe dewam bikin."