NÛ BÛ

Sabrî Ok: Heval Fûat Apoyiyekî sade bû

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok ji bo şehîd Alî Haydar Kaytan got, "Hevalê Fûat yê ku herî zêde Rêbertî fêhm dikir, vedigot û dijî bû. Apoyiyekî sade bû."

ALÎ HAYDAR KAYTAN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku cihê fîlozofê şoreşger ê çiyayan Alî Haydar Kaytan nayê dagirtin û bal kişand ser hêza wî ya ragihandin û çareserkirinê, jiyana wî, sekna wî, peywendiyên wî û hestê wî yê berpirsyariyê. Ok ev tişt destnîşan kirin: “Dilnizm, ajîtator, propagandaker, îdeolojîk û çalakvan. Heval Fuat di jiyanê de dilnizm, lê li dijî dijmin bi serhildanê dagirtî ye, radîkal e. Heval Fuat ewqasê dewlemend, mezin û kûr e. Ez nikarim tarîf bikim. Tişta dikeve ser milê me ew e ku em wî fêm bikin, pêk bînin û bibin layiqê wî.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok derbarê yek ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fuat) axivî:

NASKIRINA DESTPÊKÊ YA LI SEMSÛRÊ Û XEBITÎN

Di sala 1979’an de min li Semsûrê Heval Fuat dît. Ez li malekê bûm, em bi heval Mehmet Emîn Taştan re bi hev re dixebitîn. Heval Mehmet Emîn got, heval Fuat (navê wî hingê Ahmet tê bîra min) hat û wê bi me re hevdîtinê bike. Beriya heval Fuat heval Kemal li wir bû. Dema heval Kemal çû got, ‘qasî çend hefteyan hin karên min hene, ez ê hinekê ji vir veqetim, wê hevalek din were’, lê min nedizanî wê heval Fuat were. Em çûn mala welatparêzekî. Em bi hev re bûn, em herdu jî tenê bûn. Wê demê damezrandina partiyê nehatibû ragihandin. Di têkoşîna îdeolojîk a rêxistinan de mêtingerî, mêtingeriya nû, mêtingeriya hundirîn, mêtingeriya klasîk, îlhak, mafê tayînkirina qederê yê netewan, mijarên herî zêde dihatin nîqaşkirin bû. Bê rawestan min pirs ji heval Fuat dikirin, wî jî bêrawestan evane ji min re vedigot. Ode û saloneke biçûk a mala ku lê em diman, hebû. Divê xwediyên malê razaban, lê tê bîra min; heya saet yek-du nîqaşek me çêbû.

BI NÎQAŞA KU TEVLÎ BÛYÎ, ZEMÎNEK BÊHEMPA AFIRAND

Heval Fuat demekê li Semsûrê ma. Li TOB-DER’ê nîqaşek hebû. Ji kom û rêxistinên cuda ez jî di wê nîqaşê de bûm. Kesek wisa pir diaxivî lê nêrînên kîjan rêxistinê diparast, ne diyar bû. Me mêtingeriya nû nîqaş dikir. Wê demê Vîetnam mînak bû. Herî zêde Vîetnam mînak hate nîşandan. Min meyze kir ez hinekî zorî dikêşim, pir diaxivî. Min ji hevalekî re notek biçûk nivîsand, min got, demildest bigihînin heval Fuat bila zû were. Heval Fuat pirtûka Lenîn a Emperyalîzmê girtibû destê xwe û hat. Dema qonaxa emperyalîstbûnê ya kapîtalîzmê, pêvajoya tekelbûnê, Şoreşa Vîetnamê, mînaka Başûrê Vîetnamê bi liv û tevgerên bi hararet û propaganda ajîtasyonê vegot, hewayê kesên din vemirî. Qelebalix bû, ji gelek koman kes û ciwan hebûn. Me bandor dikir. Nêrînên me rast bûn, min jî rastî digot, diparast lê belê Heval Fuat wisa bi liv û tevgerên xwe, bi heybet û kûrahiya xwe dema vedigot, wisa ji nişka ve hat guhertin. Heval Fuat di wê civînê de bandoreke mezin li ser ciwanan kir û ji bo ku em xebateke hîn bi berhemdar û encamgir bimeşînin, zemînekî bê hempa ava kir.

KEMAL PÎR GOT, ‘GELEK BI NIRX E’

Piştre ez di 1979’an de hatim girtin. Jixwe dema hat jî ez nû ji girtîgehê derketibûm. Heval Kemal jî dema ji cem me diçû, hatibû girtin. Ji min pirsî, ‘niha li cihê we kî heye, kîjan heval heye?’ Min jî got, heval Fuat heye. Heval Kemal got, ‘ew heval welatparêzekî pir germ e û pir bi nirx e’. Ez vê ti carî ji bîr nakim. Helbet jixwe nirx û bandora heval Fuat li ser me hebû, lê dema heval Kemal jî ev tişt got hezkirin û hurmeta min hîn zêdetir bû. Piştî wê jî şansê me yê hevdîtinê çênebû. Ez hatim girtin. Darbeya 12’ê Îlonê çêbûbû. Piştî ez derketim û çûm dervey welêt, me car din hevdû dît.

MÎNA HER TIM BANDORKER BÛ

Di demeke pêvajoya konferansê de, ez çûm Bekaa’yê. Beriya wê Rêbertî di nava rêxistineke Fîlîstînê de kampek nû vekiribû, ez li wir bûm. Di dema konferansê de min heval Fuat dît. Helbet hurmeta min a ji bo heval Fuat pir zêde bû. Min pir jê hez dikir. Li wir ez hembêz kirim, piştre çend saniye ez berdam, li çavên min nêrî û car din ez hembêz kirim. Pirsa hin hevalan, derdor û malbata me kir. Ji ber ku wê demê timî em diçûn malbata me û dihatin. Piştî wê pêvajoya konferansê bû. Sekin, xebata heval Fuat a di konferansê de her tim cuda bû, nêrînên wî, bi hevalan re eleqederbûn, hewayê konferansê. Gelek heval û em ji pêvajoyeke zehmet a mîna 12’ê Îlonê derketibûn dervey welêt. Gelek ne di wê astê de bûn ku wate bidin vê yekê, lê heval Fuat bi hevalan re eleqeder dibû, qala pêvajoyê dikir, qala pêvajoya konferansê dikir. Xwedî lêhêrbûn û tejî bû. Mîna her demê bandorker bû.

AJÎTATOREK BÊHEMPA BÛ

Piştî konferans qediya, şevekê şahiyek, Ereban jê re digot ‘hefle’, hate lidarxistin. Rêbertî jî hat, heval Egîd jî hebû, ji rêveberiyê hevalên din jî hebûn. Eger ez şaş nebim, heval Abbas jî hebû. Jixwe piştî konferansê bû. Heval Fuat li wir helbesta ‘Ey Dîrok’ xwend. Cara ewilî min li wir guhdarî wî kir. Pir bi kelecan dixwend. Heval Fuat bê hempa bû. Yek ji taybetmendiyên wî yên herî diyarker, ajîtatorekî bê hempa bû. Bandorker bû.

DI KONGREYA 2’YEMÎN DE RASTHATIN

Piştî konferansê vesazî çêbûn. Dîsa vesaziya heval li Ewropa çêbû. Demek dirêj derfetê hevdîtinê çênebû. Heval Fuat li Ewropayê bû, em li Rojhilata Navîn bûn. Li Rojhilata Navîn herî dawî em di Kongreya 2’yemîn de rastî hev hatin. Heval Fuat ji Ewropa hatibû. Hin kesên din jî hatibûn. Mîna Semîr. Em jî li Rojhilata Navîn bûn. Wê demê wezîfeya ku tevgerê dayî min, ez li kampan digeriyam. Min li kampan civîn lidar dixistin, serdan dikir. Em jî mîna komîteyekê bûn. Bi du hevalan re. Li Kongreyê xebatên Ewropayê dihatin nirxandin. Li ser sekna Semîr û Fatma, lê herî zêde derbarê Semîr xebatên Ewropayê dihat nîqaşkirin. Têkildarî xebatên me yên li Rojhilata Navîn û kampan rapor û nîqaş dihatin pêşkêşkirin, tê bîra min carna ji min re digot, ‘Hûn rehet in, xwedî avantaj in. Ax eger Ewropa nebûya, evqas nîqaş li ser me nedihat kirin. Ewropa zor e’.

PEYWENDIYA WÎ YA BI RÊBERTÎ RE HÎN CUDATIR BÛ

Wisa dilê wî û xwesteka wî timî li Rojhilata Navîn, Kurdistan û çiyayên Kurdistanê bû. Carna nîqaşên mîna ‘herhal hûn ê biçin çiyayan, hêvîdar im ez jî dê werim’. Dibe ji bo me teşwîq bike yan jî motîve dikir, dibe bi rastî jî wisa difikirî ez nizanim lê em carna li ser vê yekê diaxivîn. Wê demê stûyê wî hinekê diêşiya. Li kongreyê carna Rêbertî digot, ‘extiyar’, digot, extiyar rabe, extiyar wisa bûye. Hetta carna bela xwe lê dida, (yanî henek pê re dikirin). Hevalê destpêkê yê Rêbertî bû. Peywendiyeke hîn rehet û cudatir.

HEVDÎTINA LI LOLAN Û XEBITÎN

Li Rojhilata Navîn piştî kongreyê min heval Fuat nedît. Hevdîtina me ya piştre li Başûrê Kurdistanê çêbû. Li Lolanê ez rastî heval Fuat hatim. Dibe Adar-Nîsana 1984’an be. Wê demê me nîqaş dikir, me plan û nîqaşên li ser armanc, wezîfe, pêngav û ketina Bakurê Kurdistanê, dikir. Dema heval Fuat hat, ew jî tevlî van nîqaşan bû. Heval Fuat ji me derengtir hatibû. Dema li Lolanê ti carî di cihê xwe de nedisekinî. Wisa timî yan li jorê çiyayan bû, yan digeriya, yan jî heval digirtin cem xwe, aşînayê çiyayan bû, bi xwezayê re li cihê xwe nedisekinî. Timî bi Dersim û Bakur re qiyas dikir. Wate dida çiyayan, jê hez dikir. Wê demê hejmara me kêm bû. Em komek bûn. Piştre ji ber vesaziyên nû, ji ber ku ez ji Lolanê veqetiyam car din şansê me yê hevdîtinê çênebû, pir kêm, carek du caran ez çûm Lolanê, me bi hev re masî girtin, em bi hev re çûn ser çiyayê Şekîf, lê tam li tepeyê na. Me bi hevalan re civîn kir, nîqaşên me çêbûn. Pir bi xwestek bû, li çeperê herî pêş be. Heval Fuat ruhekî serhildêr bû. Enerjiyeke tejî, bêfikar, bêtirs. Timî lêkolîn dikir, diafirand, dihilberand, li wan çiyayan jî zêde tiştek nebû ku mirov bike, her tişt girêdayî gavên me yên destpêkê bûn, heval Fuat kesayeteke moral û baweriyê bû. Em wisa ji hev veqetiyan. Jixwe heya ez ji girtîgehê derketim jî derfetê me yê hevdîtinê çênebû.

HEVALEKE KU CIHÊ WÎ NAYÊ DAGIRTIN

Heval Fuat hevrê û hevalê destpêkê yê Rêber Apo ye. Li heman refê xwendine, ewqas nêz in. Hetta carna wî digot, min dixwend, di dersên xwe de dibêje, tevî ku em 7-8 meh li heman refê bûn wisa zêde peywendiyeke me çênebû. Dibêje, piştre Rêbertî banî min kir. Hevalê destpêkê yê ji dibistanê destpê kirî. Mirov bêje hevalê ku Rêbertî herî zêde fêm dikir, teqez rast e. Yê herî baş Rêbertî vedigot, jiyan dikir, Apogerek sade, lêhêrbûna wî timî di vê çarçoveyê de. Bi rastî jî hevaleke ku cihê wî nayê dagirtin. Di nava partiya me de hevrêyên pir hêja hene, lê belê yek Fuat heye, du Fuat nînin. Heval Fuat fîlozofê çiyayan bû, lêhêrbûna wî, hêza wî ya ragihandinê, hêza çareserkirinê, jiyana heval Fuat, sekna wî, peywendiyên wî, hestê wî yê berpirsyariyê, em ji kuderê lê binêrin jî cihê heval Fuat bi hêsanî nayê dagirtin. Tişta ji bo heval Hakî hatî gotin, heman ji bo heval Fuat jî derbasdar e. Valatiya wî tê hîskirin. Mesele hîna rejîma heqîqetê şîroveyên wî bixwe û vegotinên wî yên dersê ne. Li ser rastiya Rêbertî, dîroka partiyê notên wî yên dersê hene, hatine pirtûkkirin, ez timî dixwînim. Heval Fuat behrek e. Di dersên wî de hûn dikarin her tiştê bibînin. Zanist, teknîk, bawerî, çand, felsefe her tişt.

TIŞTA DIKEVE SER MILÊ ME EW E KU EM BIBIN LAYIQÊ WÎ

Weke kesayet mesele di dersên xwe de vedibêje, nirxên wî yên ji bo Apogeriyê, partiyê timî mezin bike û her tiştê bixe bin xizmeta wê hene. Di pêvajoya Kongreya 3’yemîn de behs tê kirin ku ji wezîfeyê bê girtin, ji bo wî û hevalê Abbas, hetta yek du heval hin tiştên weke divê ev ji wezîfeyê bên girtin digotin. Heval Fuat behs dike; dema ev heval wisa radigihînin, behs dikin, wisa me pir tund rexne dikin weke xwezayî bertekek çêbû. Piştre min hewl da wate bidim vê bertekê û ez kêfxweş bûm. Eger ev hevalên ciwan jî ji damezrînerên partiyê hevalên mîna min û heval Abbas ev qas tund û radîkal rexne dikin, hetta dikarin bêjin em hesab jê bipirsin, wê demê ev partî wê bi ser bikeve. Ev partî timî wê pêş bikeve, mezin bibe û bibe pêşeng… Wisa dinirxîne. Nêzîkatiya heval Fuat a ji bo rexnê wiha ye. Ji bo partiyê ye, ji bo azadî, nirx û Rêber Apo ye. Jixwe heval Fuat ne ayîdê xwe ye. Mîrov nikare qasî heval Fuat îdeolojîk be. Ji wî alî ve ji damezrînerên destpêkê yê partiyê, hevrê û hevalê destpêkê yê Rêber Apo û bi rastî jî hevaleke ku cihê wî nayê dagirtin. Cih û girîngiya wî ya di nava tevgerê de nayê tarîfkirin. Hevalên din çiqas dikarin tarîf bikin, ez nizanim, lê ez nikarim tarîf bikim. Heval Fuat ew qasê dewlemend, mezin û kûr e. Tişta dikeve ser milê me ew e ku wî fêm bikin, pêk bînin û bibin layiqê wî.

DILNIZMÎ DI KESAYETA XWE DE ZELAL KIR

Hevalek pir dilnizm bû. Dema tu normal lê binêrî, tu nikarî bêjî damezrînerê vê partiyê. Yek ji hevalên herî pêşeng ê di rêveberiyê de. Nêzîkatiya wî ya li hemberî mirovan, cihê wî yê di jiyanê de, sekna wî pir dilnizm e. Jixwe meziyeteke Apogerî û partiya me ye, lê yê di kesayeta xwe de ev herî baş zelal kirî û jiyan kirî heval Fuat bû. Bi her kesê re dikare baxive, nîqaş bike, her kes bi hêsanî dikare bi heval Fuat re nîqaş bike, bi rehetî xwe bigihînê. Vê rehetî û derfetê dikare bide her kesê li derdora xwe. Dema cara ewilî min heval Fuat dîtî, min samîmiyeta wî hîs kir. Em cara ewilî hevdû nas dikin, dibînin lê wisa hembêzkirina min, merhaba dayîna me, nîqaşa me, min pir samîmî hîs kir. Min ew samîmiyet û baweriya mezin di heval Fuat de dît. Hingî dem pêş ket min hin meziyetên wî yên din keşif kir. Dilnizm, ajîtator, propagandaker, îdeolojîk û çalakvan. Heval Fuat di jiyanê de dilnizm, lê li dijî dijmin bi serhildanê tejî ye, radîkal e. Wê demê jî me ev hîs dikir. Nîqaş, dîtin, sekin, komple bandor li min kir.

TIMÎ MIN BI RÊZDARÎ GUHDAR KIR

Min dixwest hemû demên xwe ji bo xebata bi heval Fuat re veqetînim. Min di kongreya me û platformên eleqeder de got. Min gotibû, ‘Dem hebe heval Fuat timî vebêje ez jî timî guhdarî wî bikim. Ez dikarim bêjim ez guhdarvanekî wî yê baş im’. Wî jî ev bihîstibû. Guhdarkirina heval Fuat, gotinên wî di bîra xwe de bicihkirin, jiyankirina wî tiştekî cuda bi min dida qezenckirin. Em bi heval Fuat re bi hev re xebitîn. Helbet tu li beramber heval Fuat rehetî. Dema ez dibêjim rehet, bêdisiplîniyê bi xwe re nayîne. Herhal ew meziyeta bedew ayîdê heval Fuat bû ku hem ew rehetî dida yê li cem xwe, hem jî bi hebûna xwe dikir ku mirov rast û bi disiplîn bixebite. Dema em bi hev re dixebitîn, timî min zewq jê digirt, timî min rêz didayê. Jixwe erkdarkirina min a ewilî jî, wî kiribû. Timî wezîfeya min guhert, ti carî min îtîraz nekir. Min ev yek di dema platformê de jî gotibû. Destpêkê got, derbasî cem ciwanan bibe; piştre got, di nava gundiyan de bixebite, piştre derbasî qada leşkerî bibe. Wisa guncaw didît, min jî ti carî îtîraz nedikir. Min pir ji heval Fuat hez dikir. Mîna her kesê, mîna hemû hevalan, divê mirov neheqiyê neke. Ji bo wî jî hevalên din wisa ne. Bi heval Fuat re xebitîn, jiyankirin, hem şansekî mezin hem jî kelecanek mezin dida. Vê yekê dikir ku mirov hîn rehet, bi cesaret û bêfikar di nava kar û jiyanê de be.

YÊ KU RÊBER APO HERÎ BAŞ FÊM DIKIR BÛ

Heval Fuat Apogerek sade bû. Di hemû dersên xwe û nîqaşan de behs dikir ku mirov çi ji rastiya Rêbertî, kesayeta Rêbertî, jiyana Rêbertî fêm bike û Rêbertî çawa jiyan bike. Ez dikarim vê bêjim; bi sedan, bi hezaran hevalên kadro ez jî di nav de, derbarê Rêber Apo em gelek tiştan ji heval Fuat fêr bûn. Peywendî, tarzê Rêbertî, jiyana wî, nêzîkatiya wî ya li hemberî nirxan, biryardariya wî her tişt behs dikir. Ji bo wî bêtawîz bû. Ez dikarim vê bêjim; yê herî baş Rêber Apo fêm kirî, heval Fuat bû. Yê herî baş şîrove dikir jî ew bû. Bêyî Rêbertî tiştek nedifikirî. Hemû dersên wî, di kîjan mijarê de be bila bibe teqez girêdana diyalektîk a bi rastiya Rêbertî re çêdikir û vedigot. Çiqasê nêrîn, felsefe û jiyana Rêber Apo vegotibe, ewqasê bêtawîz bû. Ne tenê di wateya seknekê de, di heman demê de hevalek bû ku hêza wî ya vegotin û têkoşînê pir zêde bû. Çi îdeolojîk be, çi felsefîk û propanda be ji her alî ve hevalekî welê bû. Rêbertî jî ev yek dizanî. Rêbertî digot, ji bo nêrînên wî hîn baştir ji civakê re bên vegotin, hûn mesele di televîzyonan de ji bo heval Fuat bernameyên wisa çêbikin baş dibe, yan jî bila heval Fuat van mijaran vebêje. Kûrahî, hêza vegotinê û dilsoziya heval Fuat dizanî. Dilsozî helbet. Ew jî tiştekî girîng e. Di nav PKK’ê de pîvanekî exlaqî ye. Heval Fuat timî evane vedigotin. Rêber Apo her tim heval Fuat weke heval û hevrêyê xwe yê destpêkê dît û wisa nêz bû. Heval Fuat jî bê navber û bê tawîz Rêber Apo temsîl dikir. Jixwe wezîfedarkirina wî ya dawî jî ew bû. Di Konseya Hevserokatiya KCK’ê de nûnerê Rêber Apo bû. Dema mirov guhdarî heval Fuat dikir û ew didît, wisa bû ku mîna pirtûkên Rêbertî dixwîne û bîranînên wî jiyan dike.

BARÊ RÊBERTÎ PARVE DIKIR

Wî bi xwe ji bo Rêber Apo û dema komê wiha behs dikir: Hema wisa ji ber xwe ve derneket pêş. Kar û xebatên ku divên bên kirin hene, lêhêrbûn pêwîst e. Rêbertî lê dinêre ti kes pêk nayîne yan jî di wê mezinahî û kûrahiyê de li ser xwe nagire. Rêbertî hîn zêdetir van xebatan hemûyan digire ser milê xwe… Ev rast e, lê belê hingî di nava partiyê de jiyan bike heval Fuat xwedî kapasîte û kûrahiyeke welê bû ku timî nirxandinên Rêbertî dewlemend dikir, ji gelek aliyan ve nû dikir, dida fêmkirin. Ew bi we jî di nav de, me carna nêrînên xwe ji Rêbertî re digot. Rêbertî guhdar dikir, nirx dida. Di warê fikrî û îdeolojîk de, heval û hevrêyê herî nêz ê Rêber Apo, yê ku di vê qadê de barê wî parve dikir teqez heval Fuat e.

BI ISRAR RASTIYA RÊBERTÎ VEDIGOT

Ked pîroz e. Divê li hemberî kedê rêz bê girtin. Heval Fûat ji serî heya binî ked û enerjiyek e. Hevrêyeke wisa ye ku ev hemû jî spart rastiya Rêbertî û hemû wext û enerjiya xwe ji bo vê yekê xerc dikirin. Dizanî, qala wm dikir; Bêyî Rêbertî nabe. Hemû serkeftin girêdayî asta fêmkirin û sepandina Rêbertî ne. Ji vê yekê bawer dikir. Ji ber wê yekê bi israr rastiya Rêbertî rave dikir. Têkildarî Parêznameyên Rêbertî keda hevrê Fûat ji ya me hemûyan zêdetir e. Heval Fûat hemû wextê xwe ji bo wê xerc dikir. Hemû Parêzname gelek caran redakte dikirin, tîp û bêjeyek jîkêm bûna yan jî nehatibûna fêmkirin ew teqez sererast dikirin û bi tu awayî kêmasî qebûl nedikir. Rêbertî digot ku min weke hingivê hunandî parzandî pêşkêşî we kiriye, hevrê Fûat ew zêdetir didan fêmkirin û êdî ya ku diket sermilên me pêkanîn û fêmkirin bû.  Hemû tiştên hewce kirin. Li ser Parêznameyên Rêbertî gelekî xebitî û gelekî jî kûr bû. Me hemûyan Parêznameyên Rêbertî xwend lê belê xwendina hevrê Fûat cudatir bû. Analîzkirin, fêmkirin û şîrovekirina heval Fûat a Parêznameyên Rêbertî ji yên me cudatir bû. Min carekê jê pirsî bê ka çend caran Parêznameya Rêbertî ya 5’emîn xwendiye.  Hevrê Fûat ji min re got ku wî 52 caran xwendiye. Ew çend salanberiya niha bû. Di wê astê de dixwend. Di wê astê de dan xwendin û dan fêmkirin.

BI HÊZA XWE YA VEGOTIN Û NEQILKIRINÊ JÎ CUDA BÛ

Di neqilkirina analîz, parêzname û nêrînên Rêbertî yên li zindanê pêş xistine ya ji bo civaka me, kadroyên me, gelê me û dostên me de ked û berpirsiyariya hevrê Fûat gelekî mezin e.  Di vê mijarê de em hemû deyndarên heval Fûat in. Di vê mijarê de cihê wî gelekî cuda û bi qîmet e. Dema navên Rêbertî û Rêber Apo dihat gotin, pir baldar dibû û hemû bala xwe dida ser. Dixwest hemû tiş bê qisûr bin. Refleksên wî gelekî zindî bûn. Ji nişka ve hemû bala xwe dida ser wê. Ji ber ku çavkaniya hevrê Fûat bû. Di vê mijarê de tawîz nedida, zelal bû û bi hêza xwe ya neqilkirin û vegotinê cudatir bû. Kêm hevrê hene ku ji hevrê Fûat perwerde nestandine.  Hevrê Fûat vegotina Rêber Apo ji xwe re weke şêwejiyanekê qebûl kir û bawer kir.  Di hemû akademiyên me de ders dane. Di hemû akademiyên me yên leşkerî, siyasî, ciwantî û jinan de dersdarî kiriye. Bi hemû hevrêyan re eleqedar bûye. Ji bilî dersên giştî jî bi hemû hevrêyan re nîqaşên îdeolojîk, teorîk û felsefîk kirine. Ev yek li hemû deran pêk dianî. Hişmendî belav dikir derdora xwe.  Cihê lê dima, cihê nîqaşan bû, cihê perwerdeyan bû. Gelekî keda wî li ser bi sedan bi hezaran  hevrêyan heye.

DIGOT KU DIVÊ DESTPÊKÊ HÊRSA TE HEBE

Hevrê Fûat giringiyeke mezin dida ciwantiyê. Dixwest ku li gel ciwantiyê asta hêrsê gelekî bilind be. Jixwe di axaftin û dersên xwe de ev yek tim bilêv dikir. Digot ku civaka bêyî hêrs, nikare xwe nas bike, dijminê xwe nas bike û ne pêkan e wateyekêli jiyanê bar bike. Wê çawa tu yê hem yê bindest bî, yê bênasname bû û hêrsa te nabe. Digot ku divê destpêkê li hemberî dijmin û zaliman hêrsa te hebe.  Ew bi xwe jî wisa bû.  Ji ber ku wisa bû ev yek li hemberî hemû kesên ku pêre nîqaş dikir, hevrêyan û li her derê ruhê xwe yê serhildêr û berxwedêr nîşan dida.  Dema mijar dibû ciwantî, ev yek zêdetir dikir. Digot ku divê kadro, rêveberî û pêşengên gel ciwan bin. Ciwan wê siberojan diyar bikin. Ji vê yekê bawer dikir. Ji ber vê yekê bi taybetî gelekî qîmet dida ciwantiyê. Jixwe gelekî mirovhez, mutewazî, adil û xwedî hesta heqîqetê bû. Civakên bindest axleb civakên hestiyar in. Nizanim bê ka çiqasî rast e ku mirov ji bo hevalê Fûat bibêje yekî dilzîz bû. Lê belê hevalekî welê bû ku hestên xwe gelekî xurt bûn. Ruh û fikrên wî tim ciwan bûn. Bi ciwanan re hevdîtin pêk dianîn.  Mirov nedikarî hevrê Fûat li gorî fîzîk û fîzyolojiya wî pênase bike.  Di nava me de kesê herî temenmezin bû. Lê belê xebat wî û şêweya tevgerên wî ji yên ciwanan bûn.  Ji ber ku gelekî girîngî dida ciwanan, gelekî dixwest beşdarî hemû dersên xwe û nîqaşan bibe, jixwe ev yek dikirin jî. Ji ber vê yekê keda hevrê Fûat a li ser ciwanên Kurdistanê û kadroyên PKK’ê yên nû gelekî mezin û hêja ye.

DEMA KU TECRÛBEYÊN XWE NEDIDAN DER NEARAM DIBÛ

Lı çiyayan kûrahiya îdeolojîk ya ev qasî mezin, kûrbûna fîlozofî ya ev qasî mezin û fêmkirina Rêbertî. Helbet hevrê Fûat gelekî bi avantaj bû.  Hemû deverên Kurdistanê geriyaye, li gelek deveran maye, yek ji damezrînerê partiyê ye, yekem hevrêyê Rêber Apo ye, çûye Ewropayê, gelek deverên Rojhilata Navîn dîtine, li hemû çiyayên Kurdistanê geriyaye, ew dîtine û wan dizane. Kesekî wisa bû. Bi rastî jî mirovekî zana bû. Dema ku tecrûbeyên xwe nedidan der nearam dibû, em pê dihesiyan. Tecrûbe heye, enerjî heye divê wan parve bike, bide der. Ji ber wê yekê pênaseya fîlozêfê şoreşger ên çiyayan gelekî guncav e. Hevrêyeke din ê weke hevrê Fûat tune ye li çiyayên Kurdistanê.  Hevaleke/î ku bi qasî wî kûr dibe, bi qasî wî îdeolojîk, felsefîk û zana tune ye.

Navberekê min ji hevrê Fûat re digot ku tu ji min re helbestekê binivîsî wê baş be. Bêyî bêrêziyekê me min ev yek digot. Me suhbet dikir. Wî jîdigot ku nivîsandina helbestan ne weke nivîsandina gotaran e. Wextekî wê jî heye. Helbesta ‘’Ez Însan Bûm’’  ez ne şaş bin min cara ewil di sala 78’an de ji dengê wî guhdar kiribû. Piştre me tomar kir, wê demê me dixwest hemû kadro guhdar bikin. Hevrê Fûat helbet xwedî ruhê ozanan bû, ruhê wî yê helbestvaniyê gelekî xurt bû. Li gorî min xwedî asteke pir bilind bû. Kêm dinivîsî lêbelê dema dinivîsî jî gelekî baş dinivîsî. Bo nimûne helbestên ‘’Ey Dîrok’’ û ‘’Ez Însan Bûm.’’ Helbestên bi vî rengî gelekî kêm in. Kûrahiya hestên her Kurdêkî bindest û hatiye çewisandin di nava xwe de dihewînin. Hemû kes stranan distre, bîranînên xwe tîne ziman lê belê yên hevrê Fûat kûrahiyên pir mezin in. Ev yek bi nêzîkatîû perspektîfeke neteweyîtir, îdeolojîktir, civakîtir û dîrokîtir dikir. Dema ku bi hestan re dikir jî tişteke nuwaze derdiket holê. Bi tecrûbe û hestên xwe helbestên gelekî xweşik û nuwaze dinivîsandin.

BI CESARET BÛ, MIRIN BIÇÛK DIDÎT

Di dersên xwe de car caran qala yekem şehadeta heval Hakî û bandorbûna Rêbertî dikir. Dema hevrêyeke/î nas dikir, tevlî karwanê şehîdan dibû, digot ku bila li şûna te ez şehîd bûma, ew gule li min biketa. Hevrê Fûat kesekî wisa bû. Digot ku carna rojê deh şehîdên me çêdibin û divê em şehîdan fêm bikin û qala wan dikir. Digot ku şehîd tune nabin, di rastiyê de namirin. Şehîd li gel nirxên afirandî dijîn. Li gel armancên mezin kirine, dijîn. Şehîd milîtanên ku li pey şopa wî/ê bimeşin diafirîne û jiyan dike. Heval Fuat nêzîkatiya li beramber şehîdan wisa nirxand. Hevalekî pir bi cesaret bû. Heval Fuat hevalek pir bi cesaret bû ku henekê xwe li mirinê dikir û biçûk dixist. Afirandina milîtanên ku hîn bi zanetir nêzî şehadetan bibin, zindî hiştina şehîdan, xeyal, hêvî û hesretên wan bicihanîn. Ew jî xemgîn dibû, ma mirov çawa xemgîn nabe, lê eger tu bikarî xemgîniyê veguherînî hêzeke fikirîn û çalakiyê, ew bi wate ye. Heval ji vê re bû bersiv.

DIVÊ JI BO HEVAL FUAT HER TIŞT WERE KIRIN

Gelo ji bo heval Fuat divê çi bên kirin? Divê biyografiya heval Fuat were nivîsîn, pirtûka wî were nivîsandin, romana wî were nivîsandin, filmê wî were çêkirin, divê her tişt were kirin. Heval Fuat pir tişt bi kadroyên PKK’ê û ciwanên Kurd, ciwanên Kurdistanê da qezenckirin, layiqê gelek tiştan e. Eger mirov heval Fuat bi van hemû kedan, xizmet û kesayeta wî ya pêşeng bide jiyîn, ev di rastiyê tê wê wateyê ku mirov li ser xeta Rêber Apo bibe xwedî meşeke hîn bi zane û rêxistinkirî. Sedemê wî yê jiyanê jî ev bû jixwe. Hemû nivîsên heval Fuat, dikarin bibin pirtûk, roman, helbest. Sînemaya wî dikare were çêkirin, filmê wî dibe, biyografiya wî dibe. Bîrdariya wî hebe. Her tişt dibe. Ya ji hemûyan girîngtir ew e ku em heval Fuat jiyan bikin. Gelê Kurdistanê xwedî ewlad û pêşengî çawa ye, bi gotina heval Kemal welatparêzerkî evqas germ e, çawa li dijî zaliman xwedî hêrs û kîn e, çawa di asteke bêhempa de evîndarê çiya, gel û dîroka xwe ye. Evane hemû di têkoşînê de zindî hiştin, li gorî min ji wezîfeyekê hîn wêdetir, divê mirov weke talîmateke bîranînên heval Fuat bibîne.