Ji KJK’ê ji bo Sakîne Arat peyama sersaxiyê

Koordînasyona KJK’ê ji bo Sakîne Arat a ku jiyana xwe ji dest da sersaxî xwest û got, “Wê têkoşîna me heta em bigihîjin Kurdistana ku wê xeyal dikir, bidome.”

DAXUYANIYA KJK'Ê

Koordînasyona KJK’ê ji bo Dayîka Aştiyê Sakîne Arat peyameke sersaxiyê weşand û ev tişt anîn ziman:

“Em bi xemgînî fêrbûn ku dayîka me Sakîna Arat jiyana xwe ji dest daye. Jiyana dayîka me Sakîne ya ku çar zarokê wê di şoreşa Kurdistanê de gihîştiye şehadete îfadeya welatparêzî, berxwedêrî û hişmendiya azad e. Dayîka Sakîne şahidê qirkirin û înkar-îmhaya sed salî bû. Bû xwediyê raperîn û berxwedanê. Ji raperîna Şêx Seîd, heta şoreşa tevgera PKK’ê bû şahidê Kurdê ku teslîm nebû. Dayîka Sakîne di heman demê de sekna jina Kurd a azad bi berxwedana xwe ya bênavber re temsîl kir. Dayîka Sakîne dayîktî veguherand datîktiya civakê û ji têkoşîna Kurdistana azad re kedeke bênavber da. Têkoşîna wê ya ku di deriyê girtîgehê de bi şahidiya hevrê Cemal Arat re destpê kir, bi avakariya tevgera Dayîkên Aştiyê domiya. Dayîka Sakîne bi berpirsyariya endama civaka demokratîk re berxwedana siyaseta demokratîk di her warê de domand. Em wê bi hezkirin bi bîr tînin û ji malbat û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya ku dayîkê bi deh hezaran şehîdên me, hevrêyên me yên gerîla û girtî afirand, xwe dispêre êşên xwe veguherandine hişmendiyê û li hemberî pergalên koletiyê têkoşînê pêş xistine. Dayîkên me yên ku hevrêyên zarokê xwe ne, bûne xwediyê hemû serkeftinan. Ew di deriyê girtîgeh û morgan de, di meydanan de rojekî jî eman nekirine, bûne meşdarê hezkirin, êş, biryardarî û hêviya şoreşê. Carnan bûn hesin û di agir de heliyan. Carnan bûn av û bazdan agir. Carnan bûn ax û berxwedan. Carinan bûn çiya û qet serî netewandin. Em dilşadin ku em zarokên dayîkên bi vî rengî ne.

Di sexsê dayîka Sakîne de ji hemû dayîkên bi êş ên ku jiyana xwe ji dest dane re soza me ye; heta Kurdistana ku hesreta wê dikişandin û xeyala wê dikirin, dê têkoşîna me bidome. Divê qet neyê jibîrkirin ku her yek ji wan dayîkên qehremanan e. Ew dayîkên vê wêrekiyê ne. Em ê jî heta dawiyê vê qehremantî û wêrekiyê bidomînin.”