Ji KJB’ê bo 1’ê Îlonê banga bilindkirina têkoşînê

Ji KJB’ê bo 1’ê Îlonê banga bilindkirina têkoşînê

Tevgera Jinan a Kurd KJB’ê bi wesîleya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek weşand û di serî li jin, ciwan, gelê kurd û kedkar, demokrat, rewşenbîr, sosyalîst gelan kir ku hêza xwe bikin yek.

Koordînasyonê di peyama xwe de hat diyar kirin ku ew 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Rêber Apo pîroz dikin. Her wiha li hemû gelên kurd, herêmê û cîhanê jî hat pîrozkirin.

KJB’ê di peyama xwe de wiha got: “Aştî şeklê jiyaneke herî rast,  heqîqet û nirxa pîroze. Ev heqîqet li ser axa mezopotamya û Rojhilata Navîn bi hezaran salen bi pêşengiya jinê hatiye jiyîn. Di çaryeka yekemîn ya sedala 21’emîn de bi pêşengiya jinên kurd û gelê kurd ev pêk tê û ev jî ne tesadure û hêza kevneşopî û koka dîrokî îfade dike. Têkoşîna edelet, wekhevî, demokrasî û azadiyê ya bi pêşengiya jinê temînata aştiyeke mayîn de ye. Jinên kurd  pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin ji bo biguhere aştiyê bi hêzeke mezin dimeşîne. Ji ber vê jî em hemû çalakiyên li Nisêbîn, Sîlopî û Êlihê pêk tên yên wek bersiva li hemberî El Nusraye silav dikin.  Ev çalakiyên bi pêşengiya jinê dê bi hêztir, mezintir û zêdetir belavtir bin. Ev çalajî bo çete û  hêzên serdest bersivê bi bandor bin.

Bi paradîgmaya modernîteya demokratîk ya li dijî modernîteya kapîtalîst ya bi pêşengiya jinên kurd û Rêber Apo hatiye pêşxistin, li dijî netew dewletê bi çareseriya netew demokratîkbûnê re  dê têkoşîna avakirina temînata aştî û biratiya gelan bilind bike.

 Kurdistana dib in polîtîkayên înkar, îmha, dagirkirin û mêtîngeriyê de hatiye hiştin; heta ku bi awayekî azad xwebirêve nede, maf û azadiyên xwe bidest nexe, nekare di nava aştiyê de bijî.

Rêber Apo di şert û mercên Îmraliyê de pêvajoya xwe ya dîrokî pêşve dibe. Gelê me û tevgera me di vê mijarê de çi ket ser milê wan kir.  Serokatiya me, tevger û gelê me bi  projeyeke aştiyê ya mezin çareseriya xwe bi israr didomîne. Lê helwestên hikûmeta AKP’ê yên mijulkirinê, lîstikên wî yên hilbijartinê  îradeya aştiyê nîşan nade. Ligel vê AKP li dijî gelê Rojava jî dijminahiyê dimeşîne. Ji bo tasfiyekirina têkoşîna gelê Rojava serî li her rê dide. Lê ev rastiye ku tu polîtîkayeke ku têkoşîna gelê kurd baldar nagire, bi ser nakeve. Ji ber vê hikûmeta AKP’ê pêngavên erênî bavêje.

Divê pêvajoyê de divê hişmendiyeke mezin xebat bên meşandin.  Ewlehî, tenduristî û azadiya Rêber Apo, temîna aştiya herêmêye. Di esasê de em bang li hemû gelê xwe dikin ku têkoşîna xwe bilind bike. Em bang li jin, ciwan û gelê kurd û her wiha hêzên demokrasî û kedê yên tirkiyeyê dikin ku di 1’ê Îlonê de hêza xwe bikin yek û dengê xwe bilind bikin.”