BI DÎMEN

'Ji keda destê jinê jiyanake nû'

Turkan Aktop dikanek vekiriye û di vê dikanê de xişr û tevnên ku bi destê xwe çêkiriye difiroşe. Aktop dibêje, jin çi tişta ku bixwazin dikarin bikin.

Çîn, qutikên hirî, lepik, kumik, kolyayên camî, bazinên rengîn, nexşên çarikan, keval, hemû jî bi keda destê jinan..

Turkan Aktop ku li Baxlar a Amedê dijî, bi navê 'Pepûk Xişr Pêşnûme' dikanek vekiriye û tê de berhemên ber destê xwe difiroşe. Her sibeh bi hêviyeke mezin tê ser karê xwe, ji bo ku di her temenî de jin bikaribin li ser piyan bimînin û ji bo ku li pêşberî kesekî berjêr nebe, bi taybetî jî ji bo ku li dijî hişmendiya zilêm bikaribe li ser piyan bimîne têkoşîneke mezin dide.

Turkan Aktop 48 salî ye û diya 4 zarokan e. Bavê Aktop qet nehiştiye ku ew biçe dibistanê û bixwîne û bixebite. Li gel vê jî hê di zaroktiyê de ji bo dixwest bibe xwedî kar û barekî dest bi dizî çûye kursa dirûtinê. Aktop bi baweriya xwe ya ku bi destê xwe divê tiştinan çêbike, careke dî nîşan dide ku jin çendî xurt in û têkoşer in. Qutik, lepik, stûmal, koley, bazin û gelek tiştên din ku bi destê xwe çêkirin li dikana xwe ya biçûk û şîrin difiroşe.

Divê bixebite ji ber ku malbateke wê ye û zarokên wê hene ku divê debara malê bike. Aktop ku ji roja tê bîra wê ve dixebite di karên biçûk de xebitiye, vê carê bi berhemên keda ber destê xwe kar dike. Aktop ku xişr û rengên kevneşopî çêdike, kêfxweş e ji pêwendiya jinan. Carinan cîranên wê jî karê ber destê xwe li dikana wê difiroşin û keda hemû jinan derdixîne pêş.

'JIN BIXWAZIN DIKARIN HER TIŞTÎ BIKIN'

Aktop dibêje, "destkarî, çêkirina tiştinan min baş dike, ez tê de xwe dibînim" û sedem vekirina dikaneke wiha jî dibêje, "sedema herî sereke ya vekirina min a ji dikaneke wiha ku tenê kardestî lê têne firotin ew e ku her kes berhemên hazir û yên ku dewlet li wan ferz dike bi kar tînin. Li firoşgehên mezin berhemên ku çûna wê herî pir 10 TL ye em diçin bi 50 TL’yî dikirin. Em çima vê dikin? Ku em hinekî bilebikin em bixwe jî dikarin vêbikin, tenê ku em bawer bikin bes e. Nexasim çi tiştekî ku jin bixwaze û nikaribe neke nîn e. Li gel vê jî, bi van karan em xwe pê baş hîs dikin. Dema ku min biryar da ku vê dikanê vekim, berhemên ku bi salan min çêkirin, min anîn li dikanê danîn. Her roja ku diçe dikana min bi berhemên min û jinên dî tije dibe."

'JIN HILBERÎNER E'

Aktop dibêje jin dema ku têne vir dibêjin em aram dibin, weke mala  xwe dibînin, çayê vedixwin û dikevin civatên kûr. Aktop dibêje berhemên wê ji hêla jinan ve pir tê ecibandin û ev we şad dike û enerjiyeke erênî didiyê. Aktop wiha dewam dike, "Jin kardestê xwe tînin, hem alîkariyê bi min re dikin û hem jî ez nîşan didim ku ew jî dikarin bikin. Desteka wan çi qasî zêde dibe, di heman demê de hevgiritina jinan jî zêdetir dibe. Keça min jî li vir alîkariyê bi min re dike û kardestiyê hînî wê jî dikim. Dema ku min xwestiya karekî bikim, zarokên min destekarên min ên herî li pêş in. Tim li pişt min sekinînin û alîkarî dane min. Ez jin û zarokan hêzê distînim."
 
'JIN DIKARIN DEST BIDIN HEV Û HIŞMENDIYA ZILÊM BIGUHERÎNIN'

Aktop destnîşan dike, jin li şûna ku li mala xwe bêyî ku tiştekî bikin, rûnin, bila rojê 2 saetê xwe dibin kardestiyê, wext ji xwe re nekin hincet û divê wext ji xwe re veqetînin. Aktop wiha mesaj da jinan: "Ez bi rastî jî bi hezkirinê karê xwe dikim û hildiberînim. Divê jin li dijî wê hişmendiyê ku dibêjin jin nikarin tiştekî bikin, têbikoşin. Ku em dest bidin hev em jin dikarin vê hişmendiyê biguherînin. Hemû jin, çi ji destê wan biqede, divê tiştekî bikin da ku bikaribin li ser piyan bimînin. Li pêş vê ne zilam û ne jî zarok asteng in. Em jin dikarin vê bikin."