Ji Jinên Tolhildêr li Geverê çalakî

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Geverê ya Colemêrgê li gelek taxan çalakî kir.

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ

Di daxuyaniya Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr de hate gotin, "Li dijî tecrîdkirina Rêber Apo di şeva 19'ê Gulanê de li taxên Esentepe, Cûmhûriyet û Yenî Mahalle yên Geverê çalakiyên hevdemî hatin lidarxistin."

Hate ragihandin ku li her sê taxan saet di 20:30'î de çalakiyên 'girtina rê' û 'şewitandin'ê hatin lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, li taxa Cûmhûriyetê ji du baskan ve bi molotofan li wesayita zirxî hate xistin û dagirkeran derbeke giran xwarin.

Li gorî daxuyaniyê tîmên Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr piştî çalakiyan bi rengekî serketî vekişiyan qadên ewle.