Ji jinên Elewî yên Ewropayê ji bo HDP’ê piştgirî

Jinên Elewî yên li Ewropayê diyar kirin ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de wê piştgiriyê bidin HDP’ê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku partiyên siyasî pirsgirêkên jinan kûrtir kirine û banga dayîna dengan a ji bo HDP’ê hat kirin.

Jinên Elewî yên li Ewropayê diyar kirin ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de wê piştgiriyê bidin HDP’ê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku partiyên siyasî pirsgirêkên jinan kûrtir kirine û banga dayîna dengan a ji bo HDP’ê hat kirin.

Ji aliyê Komîsyonên Jinan yên Elewî yên Swêd, Îngîlîstanê û Hollandayê û Yekîneyên Jinan yên Elewî yên Danîmarka, Swîsre, Belçîka, Norwêc, Awûstûryayê ve daxuyaniyek hevbeş hat dayîn.

EM POLÎTÎKAYÊN KOLEDARIYÊ Û PERGALA SEROKATIYÊ NAXWAZIN

Di daxuyaniya ku têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tên, hat dayîn de wiha hate gotin: “Em jin; li dijî polîtîkayên koledariyê, biçûkxistinê, tinekirinê, yekparêziyê  ne.  Em pergala baviksalarî, paşverû, şoven û faşîst naxwazin.”

Di berdewamiyê de nerazîbûn nîşanê gotinên  ‘derketina jinên ducanî a derve bê terbiyetî ye’, ‘kenê jinan bê îfetî ye’  hat dayîn û wiha hat berdewam kirin: “Em pergala şîdeta li ser jinê ji sedî 1400 zêde kiriye û rojê kuştina 5 jinan e. Em pergala ku keda jinê ya li malê tine dihesibîne û di jiyana kar de jinê wek hêza kar a erzan dibîne, naxwazin.

ÇIMA HDP?

Hat destnîşankirin ku yekane partiya ku dixwaze dersên olî yên ferzkirî bên rakirin, yekane partiya dixwaze zextên li ser baweriyan rabe û azadiya gelan dixwazin, HDP ye. Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinan kir ku dengên xwe bidin HDP’ê.