Ji jinên Amedê ji bo Roboskî klîp

Ji jinên Amedê ji bo Roboskî klîp

Beşa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di salvegera duyemîn a komkujiya Roboskî de, ji bo 34 Kurdên hatin qetilkirin bibîr bîbinin û balê bikşînin ser komkujiyê klîbeke vîdeo kişand.

Ji bo 34 Roboskiyiyên di 28'ê Kanûna 2011'an de di encama bombebarana balafirên şer ên Tirk de jiyana xwe ji dest dan, jinên Amedî berhema Kewê ya bi navê "Ji te têr nebûm" bi formateke din şîrove kirin. Jinên ku ji stranê re klîb çê kirin, di salvegera duyemîn de bal kişandin ser komkujiya li Roboskiyê.

Beşa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di gera 28-29'ê Îlona 2013'an de piştevaniya xwe ya bi jinên Roboskiyiyî re nîşan dabûn. Koordînatoya Yekîneya Jinê Muzeyyen Anik Aydin diyar kir ku ewê piştevaniya xwe ya bi dayikên Roboskî re her dewam bikin û got, "Îsal weke Yekîneya Jinê em çûn serdana Roboskî. Me xwestin êşa dayikên zarokên xwe winda kirine, parve bikin. Me soz dabûn ku emê timî piştevaniya wan bikin. Li dû komkujiya şeva 28'ê Kanûna 2011'an, îro jî dema mirov li wêneyên 34 canan, 34 pêşerojan, 34 dilan temaşe dikin mirov ji mirovbûyîna xwe şerm dikin. Pêwîste hesabê vê komkujiyê bê dayîn."

Aydin bal kişand ser bîranîna girseyî ya di duyemîn salvegera komkujiya Roboskî de.

Aydin got, "Em bang li hemû mirovên xwedî wicdan dikin ku li edaletê bigerin" û bang li her kesî kir ku di 28'ê Kanûna 2013'an de bi armanca piştevaniya bi dayikên Roboskî re li Roboskî wicdanên xwe bînin cem hev.