Ji hevserê qatil parastineke 'naskirî'

Ji hevserê qatil parastineke 'naskirî'

Vedat Taniş ê li Rezan hevsera xwe qetil kir di yekemîn rûniştina dozê de li ser "şeref" û "tehrîk"ê parastina xwe kir. Parêzer Rehşan Bataray helwesta dadgehê ya nehişt biaxive rexne kir û wiha got: "Sedema zêdebûna qetilkirina jinan ev helwesta dadgehê ye."
Yekemîn rûniştina doza Vedat Taniş ê di 15'ê Îlona 2013'an de hevsera xwe Canan Taniş bi derbên kêrê qetil kir îro li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Qatil Taniş, di parastina xwe de diyar kir ji cîranan bihîstibû ku hevsera wî bi kesekî din wî dixapîne ji hevsera xwe re gotiye, lê wê ew îdîa red kiriye. Taniş di dewama axaftina xwe de anî ziman ku gelek caran nîqaş kirine û li ser "şeref" û "tehrîk"ê axaftina xwe domand. Taniş herî dawî jî poşmaniya xwe anî ziman.
'Biryara dadgehan qetilkirina jinan zêde kir'
Piştî Taniş parêzer Rehşan Bataray da zanîn ku bi qetilkirineke biêş a jinê re rû bi rû ne û wiha got: "Bersûc hema wê bêje jinê bi xwe, xwe kuştiye. Tu tiştek li vir nikare 16 darbeyên kêrê vebêje." Ji ber timî serokê dadgehê bi sedema "Em dozê dernexin derveyî vê dosyayê" axaftina Bataray qut dikir, Bataray got ku yek ji sedemên bingehîn a qetilkirina jinan zêde dibin biryarên dadgehan in.
Parêzerê bersûc Sîdar Demîroglu ji ber nûnerên saziyan û gelek parêzer wek mudahîl dixwazin beşdarî dozê bibin, aciziya xwe anî ziman.
Doz taloqî 17'ê Sibata 2014'an hat kirin