Ji grevên birçîbûnê heta şer di sala 2019'an de jin li pêş bûn

Tundiya li dijî jinê her sal zêde bibe jî di sala 2019'an de jinan qadên grevên birçîbûnê, çalakiyên li dijî şer û nûçegihaniyê neterikandin. Bi mezinkirina têkoşînê dest bi sala 2020'î dikin.

Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê Ayşe Guney têkoşîna jinê ya di sala 2019'an de nirxand.

Guney anî ziman ku sala 2019'an ji bo jinan bû saleke têkoşînê ya berxwedanê û got, "Her wiha em saleke welê li pey xwe dihêlin ku bi tundiya li dijî jinê, bi destavêtin, zext û komkujiyan tijî bû. Greva birçîbûnê ya mezin ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven pêşengî jê re kir mohra xwe li salê xistin. Her wiha di êrişên dijî Bakurê Sûriyeyê de jin li refên pêş ên berxwedanê bûn. Bi kampanya 'ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan' jinan rojeveke girîng afirandin. Di dawiya salê de bi dansa Las Tesîs a jinên Şîlî dest pê kir çalakiyên li dijî tundiya li jinê li tevahiya dinyayê belav bûn û veguherî amûreke têkoşîna hevpar a jinan. Vê berxwedanê bêguman asta zexta li dijî jinê jî zêde kir. Gelek dewletan li şûna çareserkirina pirsgirêkê bi tundî polîtîkayên şer meşandin. Bêguman van polîtîkayan herî zêde bandor li Kurdan û jinên Kurd kirin ku di navenda vî şerî de ne. Jinên Kurd li dijî van polîtîkayan sekneke xurt nîşan dan lê mixabin di medya civakî û medya giştî de nehatin nîşandan. Berxewedan hate manîpulekirin. Bi nûçeyên hatin amadekirin re xwestin berxwedana jinan têk bibin. Lê belê jinan bi piştevaniyê ev yek mezintir kirin û rêxistinbûna 'Jin bi hev re xurt in' ava kirin. Ev yek ji bo jinan destketiyeke girîng bû."

Guney bal kişand ser zextên li dijî jinên Kurd ên li medyayê, her wiha rojnamevanên jin ên Kurd û got, "Li Tirkiyeyê 149 rojnamevan girtî ne. Sedema girtina wan jî nûçeyên wan û gera wan a ji bo nûçeyane. Li dijî rojnamevanan zexteke giran heye, lê belê ev zext li Kurdistanê girantire. Li dijî rojnamevanên jin ev zext hîn girantir dibe. Niha 12 rojnamevanên jin girtî ne. Hema bêjin ku ti hevaleke me nemaye ku doz lê nehatibe vekirin."

Guney destnîşan kir ku bi eşkerekirina rastiyan wan bersiv dan vê zextê û ew bi vî rengî li ber xwe didin.

Ji bo sala 2020'î jî Guney got, "Jin ên ku bi berxwedana xwe dîrok nivîsandin wê vê berxwedana xwe di sala 2020'î de mezintir bikin û veguherînin têkoşîneke hevpar."