Ji girtiyên jin alîkariya ji bo Rojava

Ji girtiyên jin alîkariya ji bo Rojava

Girtiyên PAJK'î yên li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê ji bo Rojava alîkariya aborî kirin. Girtiyên jin, pereyê bi armanca alîkariyê kom kirin bi rêya malbatên xwe ji Rojava re şandin. Girtiyên jin der barê berxwedana Rojava de peyamek jî weşandin û gotin, "Destketiyên di encama berxwedana bi heybet a gelê Rojava de hatin qezençkirin, xwedî wesfa mîladî ya guhertina rêveçûna dîrokê ne."

Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê, girtiyên jin ên ji doza PKK û PAJK'ê, beşdarî kampanya alîkariyê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê bûn. Girtiyên jin pereyên di nava xwe de kom kirin, bi rêya malbatên xwe ji Rojava re şandin.

Girtiyên jin der barê berxwedana Rojava de peyamek weşandin û destnîşan kirin ku destketiyên berxwedana bi heybet a gelê Rojava, xwedî wesfa mîladî ya guhertina rêveçûna dîrokê ne.

Girtiyan gotin, "Têkoşîna bi zehmetiyên mezin û berdêlên giran tê meşandin, bêguman dê bigihêje serketinê û rêya pêşeroja azad a gelan veke." Girtiyan destnîşan kirin ku destekkirina şoreşa Rojava têrê nake û destnîşan kir ku beşdariya li şoreşê wezîfeya her mirovên Kurd e.

Di dawiya peyamê de wiha hat gotin, "Diyar e ku dê her roj hîn bêtir li vê wezîfeyê xwedî were derketin. Em berxwedana gelê xwe yê Rojava silav dikin. Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Elbîstanê, em diyar dikin ku emê wezîfeya dikeve ser milê xwe bê guman bicih bînin."