BI DÎMEN

Ji gerîlayên jin peyama 8'ê Adarê

Gerîlayên YJA Starê Delîla û Sorxwîn Kobanê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin û peyama têkoşînê dan.

ROJA JINÊN KEDKAR ÊN CÎHANÊ

Gerîlaya YJA Starê Delîla ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû jinên cîhanê pîroz kir û got: “Rêber Apo di artêşbûna jinê û bilindkirina ruhê jinê de pêşeng û afirîner e. Wek jinek; li van çiyayan şerkirin, têkoşîn û meşandina vê têkoşînê hêz û moralek mezin dide me. Ev hêz û moral di civakê de dihêle ku jin bibin pêşeng. Ji ber ku li kolanan, bajaran û li çar aliyê cîhanê jin li ber xwe didin û bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dimeşin. Ev yek tirsê dixe dilê dijmin. Ji ber vê yekê êrîşî jinan dikin û ketine li pey tunekirina jinan. Lê Rêber Apo rê da me ku em li ser piyan bisekinin û bimeşin. Em jî di nava vê tevger û têkoşînê de cih digirin. Em xwe di îdeolojî û felsefeya Rêbertî de kûr dikin û hewl didin têkoşîna xwe mezintir bikin da ku em gavên mezintir bavêjin. Em careke din 8’ê Adarê li hemû jinên ku li dijî hêzên hegemon û serdest têdikoşin pîroz dikin û dibêjin, Jin, Jiyan, Azadî.”

Gerîlaya YJA Starê Sorxwîn Kobanê jî ev tişt got: “Bi ked û ramanên Rêber Apo û dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” weke têkoşîna jinan dest pê kir. Niha weke ku her kes dibîne, li hemû cîhanê jin li dora vê dirûşmeyê têdikoşin. Bi vê dirûşmeyê jin ji her derê û ji her alî ve li dijî zîhniyeta serdest û koledar li ber xwe didin û têdikoşin. Ev bi ked, hewldan û fikrên Rêber Apo pêk hatiye. Û ev têkoşîn hê jî didome. Her kes dibîne ku îro li hemberî çiyayên azadiyê êrîş hene û em ê bi ruhê Erdal, Rojhat, Rûken û Sarayan vê têkoşînê didomînin. Weke hevrê Azê di tunelên şer de, bi îradeyek mîna Azê û bi şêwazekî şerkirinê yê mîna Azê, em ê têkoşîna xwe ya li hemberî êrîşan mezintir bikin û van êrîşan têk bibin. Banga me ji hemû jinên cîhanê re ev e; ji bo pergala zîhniyeta serdest tine bibe, berê xwe bidin çiyayên azad.”