Ji Festîvala Jinan a Zîlan wêneyên folklorî yên bi heybet

13’emîn Festîvala Jinan a Zîlan ku bi beşdariya hezaran jinan a li bajarê Dortmûnd a Elmanyayê pêk hat, vegeriya ahengekê. Koma lîstikê ya gel ku ji 50 kesan pêk dihat bi gerandina govendê ve beşdarvan coş kirin.

Di festîvala ji aliyê Buroya Aştî ya Jinan (CENÎ) û Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanya (TJK-E) ve havpar hate lidarxistin de, tevî barana zêde jî bi hezaran jin beşdar bû. Festîvala ku gelek axaftinên siyasî û hunermend beşdar bûn, koma govendê ya gel a TEV-ÇAND’ê ya ku ji 50 kesan pêk tên, govendek giştî gerandin.

Koma govend ya ku govendên herêma Mêrdîn, Serhet, Şengal, Amed û Gotanê pêşkêş kirin, ev govenda bi cil û bergên Kurdî hatin pêşkêşkirin welatiyan eleqeyek mezin nîşan da. Di lîstikan de sembola berxwedanê derket pêş.