Ji bo serbest berdana jinên girtî nepoxên spî firandin

Ji bo serbest berdana jinên girtî nepoxên spî firandin

Meclîsa Jinan a Stanbolê ya HDK'ê li pêşiya girtîgeha Bakirkoy a Jinan, ji bo serbest berdana jinên girtî nepoxên spî firandin. 

Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) şaxê Stenbolê, li pêş girtîgeha Bakirkoy a Jinan, ji bo jinên girtî serbest bên berdan çalakiyek lidar xistin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “ ji bo Aştiyê ji girtiyan re azadî” hate vekirin, balonên ku bi Tirkî û Kurdî li ser “azadî” nivîsandî hatin hilgirtin.

Jinan bi qîrîna diruşmên “ jinên Rojava ne bi tenê ne”, “jin jiyan azadî”, “ bila girtîgeh xirab bibin, ji bo girtiyan azadî” , “her bijî piştgiriya jinan” û “li hindir û derve hucreyan parçe bikin” xwestin dengê xwe bidin bîhîstin.

Bîrcan Şahîn di daxuyaniya çapemeniyê ya li vir de got; “hikûmeta AKP ji bo destkeftiyên demokratîk ên kurdan ji holê rake piştgiriyê dide komên mîna El Nûsra. Şerê ku ev kom li Rojhilata Navîn dimeşîne jî di bedena jinên Rojhilata Navîn de tê neqişandin.” 

Şahîn diyar kir ku komên çete bi dadgehên xwe yên li kolanan ava kiriye re jinên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê dikujin û got “Ev 30 salin bi dayîn can, beden û wendahiyan re baş dizanin ka şer tê çi wateyê. Ji ber vê yekê, ji bo çareseriyeke demokratîk, ji bo aştiyê em dengê xwe bilind dikin.”

Şahîn anî ziman ku divê di danûstandin û hemû pêvajoyên civakî de jin bi awayekî wekhev cih bigirin û xwest mafên jinên penaber bicih werin anÎn, komkujiyên li dijî jinan bê rawestnadin û hikûmet di vî warî de gavan biavêje.

Di dawiya daxuyaniyê de jinan nexopên spî firandin û dawî li çalakiya xwe anîn.