'Ji bo kiryarên dewleta Tirk neyên bihîstin êriş li çapemeniya azad tê kirin'

Nûçegihana JIN TV Aysel Avesta diyar kir ku ji bo kiryarên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd pêk tîne neyên bihîstin êriş li çapemeniya azad tê kirin û got, wê li ser şopa hevalên xwe yên di doza rastiyê de bi israr bin.

Di 8'ê Hezîranê de li Amedê 20 rojnamevan li mal û cihên xwe yên kar hatin destgîrkirin. Têkildarî vê bûyerê Nûçegihana Televîzyona JIN TV Aysel Avesta axivî û anî ziman ku dewleta Tirk ji bo ku kiryarên wê yên li dijî destketiyên gelê Kurd neyên nîşandan, raya giştî pê agahdar nebe û civaka Tirk bi van kiryaran nehese, her tim bi şêwazên cuda êriş dike.

'NÊZÎ 9 HEZAR KES GIRTÎ NE'

Aysel Avesta diyar kir ku ev ne cara yekemîne ku êriş û zext li ser çapemeniya azad tê kirin û got: "Di bin navê oparasyonên ku tên kirin de, ne tenê rojnamevan tên hedefkirin, kesên ku nûnertiya gel dikin û ji bo azadî û demokrasiya Tirkiyeyê têdikoşin jî têne dîlgirtin. Niha li gorî hejmara ku tê gotin nêzî 9 hezar kes di girtîgehan de ne. Her wiha herî dawî jî 20 rojnamevanên ku di mal, sazî û dezgehên çapemeniya azad de dixebitin hatin girtin, ev jî yek ji şêwazên kiryarên ku li dijî desketiyên gelê Kurd dike."

Avesta ragihand ku armanca dewleta Tirk ji girtina rojnamevanan ew e ku ji bo kiryarên ku dewleta Tirk li dijî desketiyan pêk tîne di civaka Tirkiyeyê de neyê eşkerekirin û raya giştî agahdar nebe, dixwaze dengê çapemeniya azad qut bike.

Aysel Avesta diyar kir ku çawa bê dengiyek li hember kiryarên ku li 4 parçeyên Kurdistanê tên kirin heye, ev bûyer ji bo rojnamevanan jî derbasdare. Ji ber ku dema mijar dibe Kurd û çapemeniya azad helwest nayê nîşandan û her kes li gorî berjewendiyên xwe tevdigere.

Rojnamevan Aysel Avesta li ser zagonên navneteweyî yên ji bo rojnamevanan hatin diyarkirin axivî û got; "Di zagonên cîhanî de rojnamevanî û fikira azad ne sûce, lê belê li ser navê Kurdîtiyê û rastiyê çi were kirin ji bo dewleta Tirk sûc tê dîtin, an jî ji xwe re wiha pênase dikin. Ji bo vê ev jî parçeyek ji wan kiryarane û ev bê helwestiya ku li hemberî çapemeniya azad tê kirin parçeyek ji şêwazê qirkirina gelê Kurd e."

Nûçegihana JIN TV’yê Aysel Avesta di dawiya axaftina xwe de helwesta xwe li hemberî vê êrişê nîşan da û diyar kir ku ew ê li hemberî van kiryaran ji bo rastiyê bidin nîşandan bi israr bin û wiha axafitina xwe domand, "Em ê şopdarê rêya hevalê xwe bin; ji ber rêya wan a rastiyê ye. Ji bo wan dewletan jî rastî û heqîqet tûj e û ne li gorî berjewndiya desthiladaran e. Ji bo wê divê di nav her şert û mercî de pênûs û kamerayên wan rojnamevanan li erdê nehêlin. Em li kîjan qadê dibin bila bibin, divê em erk û berpirsyariya xwe ya niştîmanperwerî û wekî rojnamevaneke ku wijdanê civakê temsîl dike û hestê civakê raber dike, tevbigerin."

Aysel Avesta herî dawî zexta ku li ser çapemeniya azad tê kirin û girtina 16 rojnamevanan bi tundî şermezar kir û ji hemû rojnamevan û çapemeniya azad daxwaz kir ku bibin dengê wan û rûyê dewleta Tirk a faşîst û desthilatdar teşhîr bikin û di her kêliyê de daxwazên wan ên ku li bendê ne çapemeniya azad bêdeng bibe û rastî di tariyê de bimîne, berovajî vê bikin û di rastî û ronahiyê de karê xwe bi pêş ve bibin."