'Ji bo jiyaneke azad û wekhev hê bêhtir hewldan divê'
Eniya Jinê ya Şoreşger bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek weşand û got, "Ji bo xwedîderketina li siberoja xwe, ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev divê em hê bêhtir bikevin nava hewldanan."
Eniya Jinê ya Şoreşger bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek weşand û got, "Ji bo xwedîderketina li siberoja xwe, ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev divê em hê bêhtir bikevin nava hewldanan."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, agirê şoreşê yê bi xwişkên Mîrabel di 25'ê Mijdarê de geş bû, weke ala raperînê îro ji aliyê jinên Kurd, Tirk û cîhanê ve tê bilindkirin û hemû şoreşgerên şer dikin û bi şerê ji bo azadî û mafên jinê bedew dikin, hatin silavkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em weke şopdarên milîtanên fedayî Sebo, Gurcan, Menekşe, Sara, Bêrîtan, Arîn, Cemre û Raperînan, ku berdêlan didin, ji bo azadî û mafên jinê bang li jinên roja îro dikin ku di nava refên Jinên Berxwedêr ên Yekbûyî de têbikoşin."
Eniya Jinê ya Şoreşger da xuyakirin, ku zext, şîdet û şerê li tirkiye û Rojhilata Navîn di asta herî bilind de dewam dikin û diyar kir, dema li bajarên Kurdistanê mirov dihatin kuştin, zilma herî mezin li jinan hat kirin. Eniyê got, "Mîna ku bi hovane ya şervanên me yên jin têrê nake, bedena wan teşhîr kirin û bi rengekî namerdî li meydanan kaş kirin.
Ji dema ku mejiyê AKP-DAIŞ'ê bûye desthilatdar û vir ve, li Kurdistan û Tirkiyeyê şîdet û kuştina jinan derketiye asta herî bilind."
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku li dijî zilm û şerxwaziya sîstema bi serdestiya mêr, divê ew hê bêhtir xwe bi rêxistin bikin, têbikoşin û hat gotin, "Ji bo xwedîderketina li siberoja xwe, ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev divê em hê bêhtir bikevin nava hewldanan."